4 girtî hatin sewqkirin 2020-12-18 10:03:40   AMED - Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 4 girtî bi hinceta "Ewlekariyê" sewqî girtîgehên Trabzon, Giresûn, Rize û Kocaeliyê hatin kirin.   Li Girtîgeha  Tîpa D a Amedê, 46 girtî di meha Îlonê de sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmarên 1 û 2 hatibûn kirin. Duh jî 4 girtî bi hinceta "Ewlekariyê" sewqî girtîgehên bajarên dûrî Amedê hatin kirin.    Ji 4 girtiyan Suphan Çabûk sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, Tarik Kar Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kocaeliyê, Ûgûr Şenkozat Girtîgha Tîpa L a Espiye a Giresûnê û Ûgûr  Dîrîn jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatin kirin.    Hat diyar kirin ku rayedarên Girtîgeha Tîpa D Amedê, bi hinceta "Ewlekariyê" her 4 girtî duh sewqî girtîgehên din kirine.