HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir 2020-12-18 13:03:55 ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, diyar kir ku êzidiyek tenê jî bimîne wê li Êzîdxanê û li Şengalê jiyana xwe bimeşîne û Cejna Êzî ya civata êzidiyan pîroz kir.   Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, bi wesileya cejna civata êzidiyan a pîroz Cejna Êzîyê li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.   Ûca, diyar kir ku di dîrokê de civata êzidî gelek caran rastî komkujiyan hatiye û wiha axivî: “Civata êzidî li dijî hemû komkujî û fermanan serê xwe netewand. Serê xwe dan lê serê xwe netewandin. Bi destê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an pêk hat. Bi hezaran mirov mecbûr man ku ji Şengalê koç bikin. DAIŞ’ê gelek jin û zarok dîl girtin. Hêj jî aqûbeta 2 hezar û 800 jinan ne diyar e. Li Mûsilê jinên êzidî li bazaran firotin. Gelek jinên êzidî ji bo ku teslîmî DAIŞ’ê nebin xwe kuştin. Bi dehan kal, zarok û jin dema ji DAIŞ’ê reviyan Çiyayê Şengalê ji tîna mirin.”   ‘GELÊ ÊZÎDÎ BI FERMANEKE NÛ RE RÛBIRÛ YE’   Ûca, da zanîn ku civata êzidî piştî komkujiyê ji bo ku jiyana xwe careke din saz bike, xwe biparêze xwe bi rêxistin kir û wiha got: “Civata êzidî li Şengalê rêveberiya xwe ava kir. Lê îro dixwazin careke din fermanekê bi gelê Şengalê bidin jiyîn. Li pêş çavên dinyayê dixwazin civata Şengalê bi fermana 75’emîn re rûbirû bimîne. Li derveyî vîna Şengalê di navbera rêveberiya Bexda û Hewlêrê de peymanek hat îmzekirin. Hûn çi ji civata êzidî dixwazin? Civata êzidî yê ku nifûsa wî ji 2 milyonan kêmtir e çima dibe hedefa hemû hêzan?   'LI ŞENGALÊ BIRYAREK SIYASÎ DI DEWRÊ DEYE'   Ûca, anî ziman ku bila her kes baş zanibe ku civata êzidî çawan kû li hemberî 74 Fermanan serê xwe ne tewand, wê ji vir û şûnde jî, netewîne. Ûca, dest nîşan kir ku ne peymana di navbera Hewler-Bexdayê û ne jî Fermana 74'an wê karin bîr û bawerî û berxwedana û têkoşîna gelê Êzidî asteng bikin. Ûca, bi bîr xist ku her cejn, nûnera azadî-aştiyê ye û ev peyama girîng da: "Êzidiyan tu carî ji bo tu kesî ne başî nexwestine. Di duayên xwe de jî, dest pêkê başiyê ji bo 72 miletan dixwazin dûre ji bo xwe dixwazin. Lê rastî 74 Fermanan hatin. Îro li ser Şengalê biryareke siyasî di dewrê deye. Bi vê biryara siyasî dixwazin gelê me ji çand û dîroka wê dûr bixin. Ger Êzidiyek jî bimîne wê li Êzîdxanê û Şengalê jiyana xwe dewam bike. Ligel van hemû êrîşan jî em cejna gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin."   CEJNA ÊZÎ ÇIYE?    Li gorî salnameya kurdî (Rojhilat), rojiya di rojên Sêşemê, Çarşemê û Pêncşemê yên destpêka meha Kanûnê de tê girtin, Cejna Êzî tê pîrozkirin. Navê Cejna Êzî ya din jî weke "Cejna Hebûnê" jî tê zanîn.