MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef 2020-12-18 13:34:21 ENQERE - Hat îdiakirin ku di lîsteya sûîkastê ya MÎT’ê de siyasetvanên ewropayî jî hene. Ev mijar bi îdiaya dê sûîkast li hember siyasetvana kurd Bêrîvan Aslan de pêk were hatibû rojevê.   Di meha îlonê de hatibû îdiakirin ku dê MÎT’a Tirkiyê li Avûstûrya li hember siyasetvana kurd Bêrîvan Aslan hewldana sûîkastê bike. Derket holê ku tiliya Feyyaz Ozturk ê bi vê îdiaya sûîkastê ketibû rojevê di şerê navbera komên tirk û kurd ên li Viyanê de heye. Di nûçeyên rojnameya Îngîlîz Daily Telegraph kus partiye rapora polîsan tê gotin ku di lîsteya sûîkastê ya Feyyaz Ozturk de siyasetmedarên li Ewropayê hene. Di raporê de hat gotin ku Ozturk bi wezîfeya aloziyê derxe hatiye peywîrdarkirin û ji bo sûikastên cuda jî ferman wergirtiye. Telegrapê îdia kir ku di lîsteya Ozturk de siyasetmedarên Ewropayî jî hene.