Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe 2020-12-18 15:19:38   ÎZMÎR – Parastvanên Maf, têkildarî Komkujiya 19’Ê Kanûnê ku navê “Vegera li Jiyanê” lê hatibû kirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku darizandina leşkerên ku tevlî komkujiyê bûbûn 20 sal in bi dawî nabe.   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAY-DER), Înîsiyatîfa Maf, Komeleya Pira Piştevaniya Navbera Gelan, Şaxên Komeleya Rojeva Mafê Mirovan û Komeleya Piştevanî û Dostaniyê ya ÎMCE’yê, têkildarî  Komkujiya 19’Ê Kanûnê ku navê “Vegera li Jiyanê” lê hatibû kirin, daxuyaniyeke hevpar dan.    Di daxuyaniya ku ji bilî parastvanên maf, rêveberên HDP’a Îzmîrê jî tevlî bûn de pankarta “Me Komkujiya 19’ê Kanûnê ji Bîr Nekir û Em ê ji Bîr Nekin” hat vekirin.  Di daxuyaniyê de li ser navê parastvanên maf Parêzer Erdogan Akdogdû axivî û diyar kir ku 20 sa lin leşkerên tevlî komkujiyê bûne tên darizandin û darizandina wan bi dawî nabe. Akdogan, komkujiyê şermezar kir û bal kişan ser çalakiya greva birçîbûnê û xwest ku daxwazên girtiyan bên bersivandin.