Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan 2020-12-18 15:23:43   AMED – Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtî dihat darizandin hat berdan.   Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Jiyan Taş ji ber xebatên wê yên nav KCD’ê bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna doza Taş li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Taş ji Girtîgeha Amedê ya Jinan bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parezerên wê Mahmut Vefa û Seda Sezgîn amade bûn.   Taş parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew îdiayên li ser qebûl nake û red dike. Taş xwest were berdan û beraetkirin. Parêzerên Taş jî parastina miwekîla xwe kirin. Parêzeran got îdiayên li ser miwekîla wan dijhiqûqî û ne qanûnî ne û KCD ne rêxistinek “terorê” ye. Parêzeran îdiayên li ser miwekîla xwe red kirin û xwestin miwekîla wan were berdan û beraetkirin.   Piştî parastinan şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara tahliyekirina Taş da û danişînê taqî sibata 2021’an kir.