TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir 2020-12-18 16:24:27   ÎZMÎR – EGE TUHAY-DER, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan serdan partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl kir.    Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAY-DER), ji bo çalakiyên greva birçîbûnê de ku li girtîgehan didomin, li Îzmîrê serdana partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl kir. Endamên EGE TUHAY-DER’ê serdana Rêxistinên HDP’ê ya Îzmîrê kirin. Hevserokên HDP’ê Besriye Tekgur û Kadîr Baydûr, endamên EGE TUHAY-DER’ê  pêşwazî kirin. Di serdanê de EGE TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş daxwaza piştavaniya çalakgerên gireva birçîbûnê kir.    ‘EM AMADE NE BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN’   Hevserok Besriye Tekgur, diyar kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Bi pêvajoya pandemiyê re zextên zêde û îşkence li girtîgehan zêde bûne. Xwedî derketina li deng û daxwazên girtiyan peywireke mirovî ye. Em piştgiriya xwe pêşkêş dikin. Pir girîng e ku girseyên gel û demokratîk xwedî li greve derkevin û bi hev re tevbigerin. Divê dengê herkesî derkeve.”   Piştî serdana xwe ya HDP’ê EGE TUHAY-DER’ê serdana Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê, Partiya Çepgir a Pêşerojê ya Kesk û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî kir.