Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn! 2020-12-19 09:20:02 ERZIROM - Li Qereyaziyê malbata Sunbul ku di salên dawî de polîsan 9 caran avêtiye ser mala wê, ferdek wê 20 sal in li sirgûnê ye, 2 ferdên wê tevli nav PKK'ê bûne û ferdên wê yê din jî tim tên girtin û ceza li wan tê birîn.    Ji ber polîtîkayên "ewlekariyê" yên ji salên 1990'an ve li bajarên herêmê tên meşandin, hema bêje tu malbat nemaye ku yek ferdê wan nehatibe girtin, binçavkirin û sîrgûn kirin. Malbat Sunbul a ku li gundê Qeregivîj a girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê dijî jî, yek ji van malbatane. Polîs û eskeran heya roja îro bi dehan car bi ser  malbatê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Her ferdekê malbatê di demên cuda de, bi girtin û binçavkirinê re rûbirû mane.     20 SAL IN LI SIRGÛNÊ YE   Di salên 2000'î de zext û zoriyên li ser malbata Sunbul zêde bûn. Di van salan de derbarê kurê mezin ê malê Sadî Sunbul de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara zevtkirinê hat girtin. Piştî vê Sunbul mecbûr ma berê xwe bide Ewropayê û 20 sal in li sirgûnê ye.   DI 5 SALAN DE 9 CARAN AVÊTIN SER MALÊ    Piştî "pêvajoya çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de bi dawî bû û zext û zorî zêde bûn, zextên li ser malbata Sunbul jî zêde bûn. Ji sala 2015'an heya nih polîsan 9 caran avêtiye ser malê. Di hin avêtinên ser malê de derdora mala wan hatiye kolandin û polîsan çek spartiye ser ferdên malbatê û bi mirinê gef li wan xwarine. Her wiha di avêtina ser malê ya dawî de ku di zivistanê de bûye, ferdên malbatê bi saetan li derve hatine hiştin.    2 FERDÊN MALBATÊ TEVLI PKK'Ê BÛN    Ji ber zext û zoriyan du ferdên malbatê di sala 2014 û 2015'an de tevli PKK'ê bûn. Ferdên din ên malbatê jî hatin girtin û ceza li wan hat birîn.    2 CARAN HAT GIRTIN    Turkan Sunbul, cara ewil di sala 2017'an de hatiye girtin û 5 mehan girtî maye. Di sala 2019'an de careke din hatiye girtin û vê carê jî 10 mehan di girtîgehê de maye. Bi giştî 5 sal û 9 meh ceza li Sunbulê hatiye birîn.    Bav Farûk Sunbul jî di sala 2015'an de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatiye girtin û 4 mehan di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de maye. Piştî hatiye berdan 2 sal û mehek cea lê hatiye birîn. Her wiha doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatiye kirin hîn jî didome.    Demek berê li dayik Besra û keça wê Pinar Sunbul jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kirine 2 sal û 11 meh ceza hatiye birîn.    MA / Mujdat Can