Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê 2020-12-19 09:21:41 STENBOL - Parêzer Guçlu Sevîmlî bibîr xist ku pêvajoyên hiqûqî yên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bêcezatiyê bi dawî dibin û heman talûke ji bo doza Girtîgeha Bayrampaşayê jî didome. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku tecrîda li girtîgehan li tevahiya civakê belav bûye.   Di 19'ê Kanûna 2000'î de li 20 girtîgehên cuda di bin navê "Vegera Li Jiyanê" operasyonek hevwext hatibû kirin. Di ser wê operasyonê re 20 sal derbas bûn. Bi sedan girtiyên ku girtîgehên Tîpa F'yê protesto kirin û ketin greva birçîbûnê, bi êrîşên bi sedan esker û polîsan re rû bi rû mabûn. Di van êrîşan 2 jê esker û yên din girtî, bi giştî 32 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan girtî jî birîndar bûbûn. Her wiha dozên derbarê van operasyonan de hatibûn vekirin hinek jê ji ber demboriyê betal bûn û hinek jê jî bi beraetê bi dawî bûn. Ji parêzerên dozê Parêzer Guçlu Sevîmlî û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî ev yek nirxandin.    WEKÎ BERÊ YE    Di operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê de 15 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê eskerên payebilind jî di nav de derbarê 196 kesî de doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Bakirkoyê didome. Parêzer Guçlu Sevîmlî bilêv kr ku di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de 10 sal in tu pêşektin çênebûne û piraniya dozên hatine vekirin jî bi bêcezatiyê bi dawî dibin.    ‘JI BO TECRÎDÊ'    Sevîmlî, anî ziman ku li 20 girtîgehan operasyon hatiye kirin û navê "Operasyona Vegera Li Jiyanê" lê hatiye kirin. Sevîmlî, destnîşan kir ku lê belê ya hatiye kirin komkujî ye. Sevîmlî, diyar kir ku armanca operasyonê ew bû ku girtiyên siyasî bên tecrîdkirin û pêwendiya wan a bi derve re bê qutkirin. Sevîmlî, bibîr xist ku dewletê ji bo vê yekê jî di dawiya sala 1999'î de dest bi çêkirina girtîgehên wekî hucreyan kiriye û got: "Ewilî zûzûka înşeata 6 girtîgehên Tîpa F'yê qedandin. Paşê girtîgehên Tîpa F ketin rojevê. Di dawiya vê pêvajoyê de ji bo girtiyên siyasî têxin girtîgehên Tîpa F'yî, di 19'ê Kanûna 2000'î de dest bi vê operasyonê kirin."    CEZA LI GIRTIYAN BIRÎN   Sevîmlî, bibîr xist ku piştî operasyonê derbarê bûyerê de lêpirsînên edlî hatine destpêkirin. Sevîmlî, da zanîn ku operasyon li 20 girtîgehan hat kirin lê belê tenê 10 lêpirsîn hatin destpêkirin. Sevîmlî, anî ziman ku operasyon ewilî derbarê esker û polîsên di nav operasyonê de cih girtin û rayedarên dewletê de nehatine destpêkirin, ewilî derbarê girtiyên ku sax filitîne de hatiye destpêkirin.    Sevîmlî, da zanîn ku derbarê bi sedan girtiyî de bi hinceta "li girtîgehê îsyan kirine" doz hatin vekirin û piraniya van dozan bi beraetê bi daw, bûn û di hin dozan de jî ceza li girtiyan hatiye birîn.    ESKERAN BERAET KIR!    Sevîmlî, anî ziman ku derbarê eskerên ku di operasyonên li girtîgehên Çanakkale, Bûrsa û Îzmîrê de cih girtinde doz hatine vekirin, lê belê gişa beraet kiriye. Sevîmlî da zanîn ku doza derbarê eskerên ku tevli operasyona li Girtîgeha Umraniyeyê bûbûn de di sala 2004'an de dest pê kiriye û 15 salan dewam kiriye û ev jî bi hinceta delîl kêm in bi bêcezatiyê bi dawî bûye. Sevîmlî, anî ziman ku dosyeya Girtîgeha Umraniyeyê li dadgeha îstinafê ye û ew ê li gor biryara îstinafê serî li dadgeha bilind bidin. Sevîmlî ji bo operasyona li Girtîgeha Bayrampaşayê û doza hatiye destpêkirin de jî bilêv kir ku eskerên payebilind jî di nav de derbarê 196 eskerî de doz hatiye vekirin û doz hîn li Dadgeha Cezayê Giran a Bayrampaşayê ye.    ESKER HATIN PARASTIN    Sevîmlî ji bo dozên ku esker tên darizandin de destnîşan kir ku heyetên dadgehê eskeran diparêzin û daxwazên parêzerên mexdûran jî tim red dikin.    TALÛKEYA POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Sevîmlî, destnîşan kir ku di doza Bayrampaşayê de talûke û xetereya demboriyê heye û got: "Jixwe muameleyên xirab û kiryarên birîndarkirinê ji zû de daxilî nav demboriyê kirine. Êdî kiryarên derbarê mirinan de jî pir nêzî demboriyê bûne. Yanî dikarim bibêjim ku di 'Operasyona Vegera Li Jiyanê' de darizaninên derbarê kiryarên mirinê de jî bi demboriyê re rû bi rû ne. Dibe ku ev doz jî bi bêcezatiyê bi dawî bibe."    Sevîmlî, destnîşan kir ku 19'ê Kanûnê yek ji komkujiyeke mezin a Tirkiyeyê ye û xwest kesên tiliya wan di vê yekê de heye rojek berî rojekê bên darizandin.    Sevîmlî herî dawî destnîşan kir ku di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê feraseta komkujer neguheriye û got: "Gava operasyon hat kirin hikûmeta koalîsyonê ya DSP, MHP û ANAP'ê hebû. Piştî operasyonê bi 2 salan AKP bû îqtidar. Di vî warî de tiştek kirin, ew jî girankirina polîtîkayên tecrîdê ye. Îqtidara AKP'ê berdewama feraseta ku operasyon kiribû."    YOLERÎ: PERGALA TECRÎDÊ    Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku dewlet bi pergala girtîgehên Tîpa F'yî xwestiye girtiyên siyasî û hikumxwaran îzole bike û tecrîd bike. Yolerî, diyar kir ku pêvajoya tecrîd û îzolasyonê bi Komkujiya 19'ê Kanûnê re dest pê kiriye û piştî operasyonê bi hezaran girtî xistine girtîgehên Tîpa F'yî û wan tecrîd kirine.    CIVAK HEMÛ TÊ TECRÎDKIRIN    Yolerî, destnîşan kir ku piştî girtîgehên Tîpa F'yî girtîgehên din jî li gor polîtîkayên tecrîdê hatine dîzaynkirin û çendî 20 sal derbas bûbe jî lê belê tu tişt neguheriye. Yolerî, anî ziman ku li her deverê welêt girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû dimînin û ev polîtîkaya tecrîdê ku li girtîgehan hat destpêkirin niha li tevahiya civakê belav bûye.    MA/ Erdogan Alayûmat- Berna Kîşîn