Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’ 2020-12-19 10:12:33   EDENE - Di çarçoveya lêpirsîna ‘bertîlê’ ya derbarê Şaredariya CHP’ê ya Ceyhanê hat birêvebirin de Şaredar Kadîr Aydar ê ku ji pêywîrê hatibû girtin jî di nav de têkîldarî 23 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin.   Di çarçoveya lêpirsîna ‘bertîlê’ ya Serdozgeriya Komarê ya Edenê derbarê Şaredariya CHP’ê ya Ceyhanê birêve bir de, Şaredar Kadîr Aydar ê ku ji pêywîrê hatibû girtin jî di nav de têkîldarî 23 kesan biryara binçavkirinê hat derxist.   Di çarçoveya biryarê de, polîsan bi ser avahiya Şaredariya Ceyhanê de, mala Aydar û kesên din ên gumanbar de girtin. Polîsan bi îdîaya wergirtina ‘bertîlê’ gelek kes binçav kirin.   Kesên hatin binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Ceyhanê. Nehat zanîn ku Aydar hatiye binçavkirin an na. Lêgerînên polîsan ên li avahiya şaredariyê didomin.