Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin 2020-12-19 10:13:36   RIHA – Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê di bin siyas vîrûsa koronayê de didome. Li gel ku li girtîgehê gelek pêketiyên koronayê hene jî lê rêveberiya girtîgehê testa girtiyan nake.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 23’yemîn de didome.   Li Girtîgeha Rihayê gerva birçîbûnê koma 5’emîn didomîne. Li Tîpên T-1 û T-2 yên girtîgehê heta niha 44 girtî beşdarî greve bûne. Li Girîgeha Siwêregê Tîpa T jî 2 girtî greva birçîbûnê didomînin.   Mehmet Bînîcî yê li Girtîgeha Rihayê Tîpa T a Jimara 2’yan dimîne bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî û qala binpêkirinên mafan kir.   FERMAN HATIYE DAYÎN KU TEST NEYÊN KIRIN   Bînîcî diyar kir ku wan piştî du mehan bi rêveberiya girtîgehê re dikaribûne hevdîtin pêk bînin û di hevdîtinê de pirsa “şewb li girtîgehê belav dibe, çim test nayê kirin” sergardiyan ji wan re gotiye “Fermana teqez a midurê girtîgehê heye. Wê tu test neyê kirin. Çimkî nexweşî li girîgehan hemû belav bûye. Ya we hemûyan derbas kiriye ya jî hûnê derbas bikin. Heke hûn bixwazin herî zê de em dikarin êşbir bidin we. Ji bilî vê wê tu tişt neyê kirin.”   'GIRTIYAN DIBIN QAWÎŞÊN DIN’   Bînîcî anî ziman ku di mehek dawî de girtiyên derdixin derveyî qawîşê an jî wan dibin nexweşsaneyê paş ve naynin qawîşan û bi darê zorê wan ya dibin qawîşên ên serbixwe an jî dibin cem girtiyên edlî.   ‘XWARINÊ BÊWEST TÎNIN’   Bînîcî destnîşan kir ku piştî greva birçîbûnê hat destpêkirin cara yekem roja sêşemê pêdivî hatin dabînkirin û got: “Ji bo em ketine greva birçîbûnê bi zanebûn xwarinê bêwest tînin. Heke nan saet di 12.00’an de bînin, savar-birinc saet di 13.00 û nîvan de tînin. Heke xwarina avî hebe, wê jî saet di 16.00’an de tînin.”