HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da 2020-12-19 10:42:24   ENQERE – Cîgirên Serokên Koma HDP’ê cara duyem li dijî weşana ATV’ê ji bo partiya wan reş kiribû li RTUK’ê da û gilî kir.   Cîgirên Serokên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç têkildarî weşana ATV’ê ya ku alîgiriya îqtîdarê dike cara duyem serî li Desteya Bilind a Radyo Televîzyonê (RTUK) da û giliyê ATV’ê kir. ATV’ê di 12’ê kanûnê de dema nûçe pêşkêş dikir di bin navê girtina HDP’ê de li şûna stêrk û pelên darên remza HDP’ê “narincok, gule û molotof kokteyl” bicih kiribûn û HDP’ê wisa sûcdar kiribû. Li gel ku HDP’ê giliyê ATV’ê ji RTUK’ê re kir jî heman televîzyonê ATV’ê di 16’ê kanûnê de jî heman tiştî parve kir. Ji ber vê weşana alîgir û hedef nîşandayî Cîgirên Serokên Koma HDP’ê cara duyemî giliyê ATV’ê ji RTUK’ê re kirin.