Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin 2020-12-19 11:01:01 AMED - Girtî Tarik Kar ê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê hat kirin û ji ber ku lêgerîna tazî red kiribû hat derpkirin, dest bi greva birçîbûnê kir.    Her ku diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha zêdetir dibin. Bi taybetî di ketin û derketinên girtîgehan de, gelek girtî rastî pêkanîn û ferzkirina lêgerîna tazî tên. Girtiyên li dijî vê pêkanînê derdikevin, ji aliyê rayedarên girtîgehan ve tên derp kirin.    Girtî Tarik Kar di 16’ê kanûnê de, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar a2 a Kandira ya Kocaeliyê hatibû kirin. Hat diyar kirin ku di ketina girtîgehê de, Kar rastî ferzkirina pêkanîna lêgerîna tazî hatiye. Hat destnîşan kirin ku ji ber ku Kar pêkanîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin.   'DERMANÊN WÎ NADINÊ’   Kar, di hevdîtina telefonê ya heftane de, bi navbeynkariya malbata xwe tiştên jiyan ragihandin. Endamên malbata Kar, diyar kirin ku gelek nexweşiyên Kar hene û wiha gotin: “Dema ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê de, bijîşkan derman dabûne. Lê rayedarên Girtîgeha Kandira bi hinceta ku rapora wî tuneye, dermanên wî nadinê.”   DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR    Endamên malbat Kar, dan zanîn ku ji ber sewqkirina Kar, ew ji bo karantiya 15 rojan kirine hucreya yek kesî û wiha bertek nîşanî vê yekê dan: “Bi hinceta karantînayê wî xistine hucreya yek kesî. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin. Dîsa alavên wî ne dane wî. Kar  ji ber van binpêkirinên mafan ên li dijî xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kar niha di greva birçîbûnê de ye.”