Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin 2020-12-19 11:25:17 DÎLOK - Li Dîlokê, di teqîna li nexweşxaneyekê taybet rû da de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Dîlokê, di serwîsa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Sanî Konûkoglû ya Taybet (SANKO) de, di saetên serê sibê de teqînekê rû û şewat derket. Di teqînê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Hat destnîşan kirin ku ji ber cîhazê danûstendina bêhnê teqînê rû daye.    Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: "Mehmet Reşît Saydanoglu (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ûlûkutuk (56), Abdî Hamzaoglû (68), Elif Akgul (85), Okkaş Akbulut (69), Kahraman Taş (71) û Alî Saffet Kanpolat (64)."