Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin 2020-12-19 14:58:00   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Şakranê girtiye û diyar kir ku tedawiya wî nayê kirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya xwe ya navçeya Konakê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulbarî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Şakranê girtiye.   DI QIRIKA WÎ DE WERIMÎN HAT TESPÎT KIRIN   Çîçek, bibîrxist ku Yildirim 27 sal in di girtîgehê de ye û wiha axivî: "Yildirim beriya 13 salan, nexweşiya tuberkulozê derbas kir, lê nizanin nexweşiyê zirareke çawa daye bedena wî. Çîçek, anî ziman ku gelek girtiyên demek dirêje di girtîgehan de dimînin, bi nexweşiyên cuda dikevin û da zanîn ku ji ber Yildirim nexweşê tansiyona bilind e nikare dermanan vexwe.   Çîçek, hişyar kir ku nexweşiyên mîna mîde û fitika piştê bi Yildirim re hene û wiha pê de çû: “Li gorî serlêdana malbatê, beriya 5 mehan di mezintiya hêkê de werimîn di qirika wî de çêbûye. Ji ber vê rewşê ji bo biçe nexweşxanê serlêdan kiriye, lê ji ber hinceta pandemiyê tenê birine revîrê. Nizanin werimîn ji ber çi çêbûye. Yildirim di hevdîtina bi malbata xwe de, diyar kiriye ku janên wî her ku diçin zêde dibin û hatiye asteke ku nikare xwe li ber bigire. Yildirim ê ku birin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Çigliyê, bijîşkan jê ûltrason xwestiye lê ûltrason nekişandine, paşve birine girtîgehê û 14 rojan xistine karantînayê. Piştî ku ji karantînayê derxistin ligel zêdebûna janên wî hêj nebirina ûltrasonê û ji ber vê yekê werimîna di qirika wî de nehatiye tespîtkirin û tedawiya wî nayê kirin.”   RAYEDAR BERPIRSYARIN   Çîçek, destnîşan kir ku pandemi ji bo tecawî kirina girtiyên nexweş ne astenge û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku nexweşxane tejî bin, lê dewlet dikare girtiyên nexweş li nexweşxaneyeke taybet an jî ya dewletê tedawî bike. Divê demildest nexweşiya Yildirim were teşxîskirin û dest bi tedawiya wî were kirin. Teşxîsa zû, başbûnê bi xwere bîne. Di rewşekê dereng mayî de, dê telafiya wê nebe. Ji rewşekê neyînî rayedar berpirsyar in. Divê girtiyên nexweş werin berdan.”