Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2020-12-19 15:39:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê ya li girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan bi daxuyaniyan hatin bibîranîn.   Îro salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê ye û 20 sal li pey xwe hişt. Operasyon ango komkujî di 19’ê Kanûna 2000’î de li girtîgehên Tirkiyê pêk hat. Ev operasyona li dijî girtiyan bi navê “Operasyona Vegera Jiyanê” li dijî çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan hatibû kirin. Sazî û dezgehên sivîl û siyasî li çend bajaran qurbaniyên komkujiyê bi dayîna daxuyaniyên çapemeniyê bibîr anîn.   ÎHD: 20 SAL IN KES NEHATIYE DARIZANDIN   Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê têkildarî salvegera “Operasyona Vegera Jiyanê” daxuyaniyek nivîskî da û hat gotin ew qûrbaniyan bibîr tînin û li gel 20 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî berpirsiyar nehatin darizandin û çi dibe bila bibe dewlet neçare mafê jiyana însanan bixe bin mîsogeriyê û biparêz e. Di daxuyaniyê de hat gotin îro jî wek wê çaxê binpêkirinên mafan li girtîgehan di asta herî jor de ne û hat xwestin berpirsiyar û kujer werin darizandin.   HDP’Ê XWEST BEPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN   Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP’ê jî têkildarî salvegera 20’emîn a komkujiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat gotin ew qûrbaniyan bibîr tînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku derbarê berpirsiyaran de tu karûbarên hiqûqî û yasayî nehat kirin, divê berpirsiyar werin darizandin û cezakirin.   HATAY   Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Coşkûn Selçûk jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Kujeran bidarizînin û dawî li bêcezakirinê bînin. Xwestin bi vê operasyonê însanan li jiyanê vegerînin lê belê însanan qetil kirin. Tevî ku 20 sal derbas bûn jî berpirsiyar nehatine darizandin û hêj tên parastin.”