Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin 2020-12-19 15:44:49   STENBOL - Di çalakiya 456’emîn a “Rûniştina F” de, kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê ya “Vegera Jiyanê” de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn û hat xwestin ku girtiyên nexweşên giran ên teşxîsa Wernîcke Korsakof ji bo wan hatine danîn bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 456’emîn de,  ji ber şewba vîrûsê (Kovid-19) li ser medya civakî înternetê li dar xist. Komîsyonê vê heftê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşên giran ên teşxîsa “Wernîcke Korsakof” a şîzofrena giran ji bo wan hatiye danîn.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ   Ji Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Ferît Barût, daxuyanî xwend û bal kişand ser operasyona “Vegera Jiyanê” ya di 19’ê Kanîna 2000’an de, hat lidarxistin. Barût, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn û wiha axivî: “Ji bo ku girtiyan bixin Girtîgehên Tipa F de, li 20 girtîgehan, di heman demê de dest bi operasyonê hat kirin û ev operasyona 4 rojan dewam kir. Divê operasyonê de 30 girtiyan û 2 eskeran bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelek girtî birîndar bûn. Kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane em bibîr tînin.”   Barût, rewşa girtiyên nexweşên giran ên teşxîsa “Wernîcke Korsakof” a şîzofrena girian ji wan hatiye danîn bi bîr xist û wiha rêz kir: “Di girtîgehan de, ji 500 zêdetir girtî bi sendroma Wernîcke Korsakof ketin û ji bo jiyana xwe dewam bikin, divê bên tedawî kirin. Pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Îro di lîsteya me ya nexweşên giran de, 31 girtiyên bi Wernîcke Korsakofê ketine hene. Mafên wan ên tendirustiyê û jiyanê tune tê hesibandin û di girtîgehan de tên hiştin.”    Barût di dawiya axaftina xwe de, navê girtiyên bi Wernîcke Korsakof ketine, wiha rêz kir: “Abdullah Kalay, Aslihan Gencay, Bekîr Şîmşek, Cengîzhan Pîlaf, Ergul Çîçekler, Fîkret Kara, Hasan Tahsîn Akgun, Înan Çoban, Înan Gok, Kamîl Turanlioglu, Mehmet Alî Çelebî, Mesût Denîz, Samî Ozbîl, Selman Ozcan, Sevgi Saymaz, Sinan Akbayir, Tarkan Ugurlu, Taylan Balataci, Zeynel Karabulut, Huseyin Akiş, Mustafa Gok, Orhan Atalay, Talat Şanli, Yusuf Kenan Dînçer, Ozgur Çelîk, M. Denîz Guzel, Kemal Gomî, Kemal Erturk, Kemal Ozelmalî, Sureya Bulut û Serpîl Cabadan.”