Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin 2020-12-19 16:13:59 NAVENDA NÛÇEYÊ - Di daxuyaniyên bi boneya salvegera ‘Komkujiya Gurgumê’ de, kesên ku jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û hat diyar kirin ku heta hesabê komkujiyan neyê  pirsîn wê yên nû lê zêde bibin.   Di daxuyaniyên bi boneya salvegera ‘Komkujiya Gurgumê’ hatin dayîn de, kesên ku jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û komkujî hat şermezarkirin. Konfederasyona Hevgirtina Elewî yên Ewropayê (AABK), Fedarasyona Elewî û Bektaşî (ABF), Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE), Federasyona Weqfên Elewiyan (AVF), Weqfa Çanda Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV), Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) û Şaxên Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) bi boneya salvegera Komkujiya Gurgumê li Hatayê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber pandemiyê mecbûr man ku daxuyaniyeke nivîskî bidin û ev tişt hat gotin: “Bi ser Komkujiya Gurgumê re 42 sal derbas bûn. Ev ne komkujiyeke hesane ku bêjin dijminatiya “Elewî û Suniya” ye. Ev komkujiya nemerd, ji serî heta binî hatiye hesapkirin, plankirin û birêxistinkirin.”   ‘EM JI BÎR NAKIN NADIN JI BÎR KIRIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta hesabê komkujiyan neyê pirsîn wê yên nû lê zêde bibin û wiha hat gotin: “Naskirina komkujiyan a li ser vî welatî şert e. Heta hesabê xwîna hatiye rijandin neyê pirsin em ê li qadan bin. Heta ku aştî, wekhevî û edalet were vî welatî, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em Komkujiya Gurgumê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”   MÊRSÎN   Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz jî, bi daxuyaniyeke nivîskî faîlên Komkujiya Gurgumê nalet kir. Yeşîlbogaz, diyar kir ku komkujî di çavdêriya dewletê de çêbûye û wiha got: “Kesên ku komkujî kirine kengî li gorî normên hiqûqa gerdûnî werin darizandin, wê demê bi hevre jiyîna wekhev a nasnameyên cuda pêkane.”   Yeşîlbogaz, bibîrxist ku di komkujiya ku 7 rojan berdewam kir de, 150 mirovan jiyana xwe ji dest da û ev tişt got: “Di dema me jî sedema îşaretkirina malên elewiyan, erkên siyasî yên ku gel ji hev cuda kirin û şûna tovê xweşbîniyê tovên nefretê di nav civakê de çandinin. Daxwaza me ya ji nû de vekirina doza Gurgumê girîng e. Em careke din canên ku me di Komkujiya Gurgumê de winda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ku derê cîhanê bibe bila bibe, em komkujiyên sûcên mirovahiyê yên li tevahiya cîhanê nalet dikin.”