Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10 2020-12-19 23:08:34   DÎLOK - Li Dîlokê hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyeke taybet de jiyana xwe ji dest dan bû 10.    Îro danê sibehê li beşa awarte ya Nexweşxaneya Sanî Konûkoglû ya Taybet a Dîlokê de teqînek çêbûbû. Di teqînê de 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 10.    Navê hin kesên jiyana xwe ji dest dane ev in: Mehmet Reşît Saydanoglû (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ûlûkutuk (56), Abdî Hamzaoglû (68), Elîf Akgul (85), Okkaş Akbûlût (69), Kahraman Taş (71) û Alî Saffet Kanpolat (64).