Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan 2020-12-20 09:03:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2020'an de binpêkirina mafên girtiyan derket asta herî jor. Li gorî dane û raporên parazvanên mafên mirovan mafê girtiyan ên siyasî, tenduristî, ragihandin, çandî, civakî û hemû mafên mirovan ji salên borî bêtir hatine binpêkirin. Bi taybetî, di pêvajoya şewba vîrûsa Covît-19 de, girtî bêtir hatine tecrîdkirin û hemû mafê wan ji destê wan hatin girtin. Li gorî rapora ÎHD'ê 49 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.    Li Girtîgehên Tirkiyeyê, piştî şewb pêş ket tundî û tecrîda li ser girtiyan zêdetir bû. Girtî ji gelek mafên xwe bêpar hatin hiştin û di vê pêvajoyê de, 21 girtiyan ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane. Di 6 mehên ewil ên 2020'an de tenê li bajarên Kurdistanê herî kêm 441 girtiyên siyasî sirgûnî bajarên dûrî malbatan kirin. Dîsa 22 girtiyên siyasî dema sirgûn kirin îşkence li wan hat kirin. Bi sedemên keyfî cezayê dîsîplîn û tecrîdê dan girtiyan. Li gorî listeya Navenda Giştî ya ÎHD'ê, li tevahiya girtîgehan 591 girtî bi nexweşiyên giran e û rewşa wan xerab e. Li girtîgehan bi tevahî 1564 girtiyên nexweş hene û divê bên dermankirin.    Têkildarî rewşa girtigehan Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) raporek hevpar amade kirin. Li gorî raporê Wezareta Dadê bi rêk û pêk der barê rewşa girtîgehan de agahiyan parve nake. Parazvanên mafên mirovan, diyar dikin ku îqtîdar hiqûqê wekî amûrê tundiyê li ser siyasetê dimeşîne. Dîsa hemû girtîgeh tip tijî bûne û êdî cih li girtigehan nemaye.    Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005'an de li girtîgehan 55 hezar û 870 girtî hebûn. Li gorî daneyên TUİK'ê heta 31'ê Kanûna 2019'an hêjmara girtiyan 291 hezar û 546 kes bûn. Di nava 14 salan de hêjmara girtiyan nêzî 6 qatan zêde bûye. Bi wesîleya şewba vîrûsa Covid-19'an a xala 7242'an a Zagona Der barê Înfaz û Ewlehiyê de nêzî 90 hezar girtî hatin berdan. Li gorî daneyên Wezareta Dadê heta 3'e Mijdara 2020'an 71 hezar û 193 girtî di destûra şewba Covid-19'ê de ne (Hatine berdan)    Li gorî raporê li girtîgehan zext û tundiya li ser girtiyan zêde bûye. Bi taybetî lêgerîna tazî, muayineya bi kelepçe, tekmîla li ser piyan, lêdan, girtina ji sûcên siyasî, îlankirina wekî “terorist” cezayên keyfî yên dîsîplînê, cezayên keyfî yên hucreyê, sirgûn, pir zêde bûye. Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin. Dema girtiyan sewqî Saziya Tipa Edlî û nexweşxaneyan dikin destê wan kelepçe dikin. Girtiyên nexweş ku dermankirina wan didome wan sewqî girtîgehên din dikin û mafê tenduristiyê tê binpêkirin. Ev yek di şertên şewba Covid-19  de jî berdewam kiriye. Bi hinceta şewbê mafê ziyareta malbatan û parêzeran hatiye astengkirin. Mafê wan ê derketina hewşê, mafê spor û çandê hatiye sînorkirin. Dîsa ji bo girtiyan ji şewbê biparêzin tu tedbîr nehatine girtin. Girtiyên nexweş ên ji nexweşxaneyê vegeriyane jî di karantînayê de hatiye hiştin û mafê wan hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê gelek girtiyan ji mafê tedawî û dermankirinê sûd negirtine.    Li gorî daneyên Yekîneya Dokumantasyona ÎHD'ê û TÎHV'ê, di 2020'an de li girtîgehan 49 girtiyan bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane. 8 girtî dema ji girtîgehê vegeriyane di kawîşên karantînayê de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber li gorî şewba vîrûsê tedbîr nehatine girtin, rewşa girtiyên nexweş bêtir giran bûye. Girtî nikarin sûdê ji mafê dermankirinê û tedawiyê bigirin. Girtiyên nexweşên giran bi hinceta "Ewlehiya civakê tehdît dike" nehatine berdan û yên hatine berdan jî li gorî keyfê hatine berdan. Li gorî raporê rewşa 604 girtiyên nexweş giran e. Bi giştî 1605 girtî nexweş in û divê bên berdan.    Girtiyên nexweş, kal û pîr, li gorî standart û pîvanên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) nehatine berdan. Dîsa kesên wekî akademîsyen, rojnameger û ji ber fikrên xwe hatine girtin ji van pîvanên navneteweyî sûd negirtine.    Girtî di hucreya yek kesî de mane û vê yekê bandor li ser tevahiya fîzîkî û derûniya girtiyan kiriye. Sepantinên Îzolasyon/tecridê bûye nexweşiyek kronik.    Bi taysetî sepandinên îzolosyana taybet li Girtîgeha Îmraliyê dixin meriyetê. Ji sala 2011'an heta 2019 salan bê navber hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbatê re hat qedexekirin. Di 2019'an de tenê 3 caran û di sala 2020'an de tenê carekê (3 Adara 2020'an) Ocalan bi malbatê re hevdîtin kir. Di sala 2019'an de tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kir. Lê ji xeşnî wê qedexe û astengiya li ser hevdîtina parêzer û malbatan didome. Girtiyên siyasî li dijî tecridkirina li Îmraliyê û girtîgehên din di 27'ê Mijdara 2020'an de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbunê ya bêdem û bi dorveger kirin.    Li girtîgehan ji ber mafê xwe biparêzin Hunermend Helin Bolek, di 3'ê Nîsana 2020'an de di roja 288'an a grevê de jiyana xwe ji dest da. Hunermend Îbrahim Gokçek di 7'ê Gulana 2019'an de di roja 323'an de jiyana xwe ji dest da.    Mustafa Koçak ji bo mafê darizandina edlî ket grevê û di 3'ê Tîrmeha 2019'an de dest bi çalakiyê kir û di 24'ê Nîsana 2020'an de di roja 297'an de jiyana xwe ji dest da. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Prz. Ebru Timtik, ji bo mafê xwe biparêze di 27'ê Tebaxa 2020'an de di roja 238'an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeyên di ajansa de hatin parvekirin binpêkirinên mafên wiha ne:    *15 Çile: Girtîgeha Semsûrê di erdheja li navçeya Xûxê ya Xarpêtê pêk hat de, xesar dît. Wezareta Dadê, li ser vê yekê biryara da ku Girtîgeha Semsûrê vale bike. Li ser vê biryara Wezîrê Dadê, dest bi sewqkirina 814 girtiyan hatin kirin. Girtiyên li Semsûrê sewqî girtîgehên Dîlok, Riha û Mereşê hatin kirin.    *27 Çile: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirina mafan a girtîgehên bajarên Herêma Anatoliya Navîn ku di meha cotmeh, mijdar û kanûnê de qewimîne bi raya giştî re eşkere kir. ÎHD’ê bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe raporê eşkere kir û rêveberên ÎHD’ê amade bûn. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen axivî û rapor xwend.   Çevîrmen da zanîn ku rapora wan ji nameyên girtiyên li girtîgehên Tîfa F a Bolû, Tîpa F a Kirikkale, Sîncan a Jinan, Jimara 2’an Tîpa F a Sîncanê, Tîpa T a Tokatê ji wan re hatine û serdana parêzeran û malbatan a li gel girtiyan ku serî li komeleya wan dane hatiye amadekirin. Çevîrmen got li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 134 girtiyên nexweş hene 31 kes nexweşên giran in 3 heb ji van tên dermankirin. Çevîrmen got 73 kesan serî li komeleya wan dane.    Çevîrmen da zanîn ku rayedarên girtîgehan peymanên mafên mirovan ên navnetewî û qanûnên Destûra Bingehîn bipê dikin û li dijî van yasa û peymanan sepanan pêk tînin. Çevîrmen diyar kir ku her cûre muameleya xerab li girtiyan tê kirin, girtî tên tecrîtkirin û sewqa bi rîngê û dermankirina bi kelemçekirî li wan tê ferzkirin.   Çevîrmen di dewama raporê de binpêkirinên mafan ên qewimîne eşkere kir û xwest demildest dawî li binpêkirina mafan were.    *5 Sibat: Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçuk Kozagaçli, endamên komeleyê Aycan Çiçek, Aytaç Unsal, Barkin Timtîk, Ebru Tîmtîk, Engîn Gokoglu, Ayşegul Çagatay û Oya Aslan ji bo mafê xwe yên darizandinê û mafên din ên rewa biparêzin, li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzeran diyar kirin ku Mustafa Koçak û endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek û Helin Bolek bi armanca mafê xwe yê adîl bê parastin dest bi greva birçîbûnê kirin. Parêzeran anîn ziman ku mafê muwekilên wan mafên rewa ye û daxwazên muwekilê wan daxwazên wan bi xwe ye."   *16 Sibat: Ji girtîgehên Tekîrdag, Bakirkoy û Bandirmayê bi dehan girtî sewqî girtîgehên cuda kirine. Her wiha di avêtina ser qawîşan de girtî hatine derbkirin û heqaret li wan hatiye kirin. 12 girtî ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tekîrdagê bi zorê hatine sewqkirin hatine derbkirin.    Li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî, roja înê avêtine ser qawîşa C9 û qawîşa C10'ê.    Li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê jî 25 girtî di 25'ê Çile de bi zorê sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Afyonê hatine kirin.    *24 Sibat:  Hamze Denîz ê li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye angaşt kir ku girtiyên li dijî sewqkirinê derketine gardiyanan li wan dane û wan di feleqeyê de dirêj kirine. Rêveberiya girtîgehê angaştan red kir.    *28 sibat: Girtiyên li Girtîgeha Jimare 5'an a Tîpa L a Sîlîvriyeyê binpêkirinên mafan û zext û zoriyên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan binpêkirinên mafan ên lig irtîgehê bi rêya malbatên xwe ragihandin. Girtiyan diyar kiriye ku rojname, kovar û pirtûkên ji derve tên andin wan û gotine, îdare kovar û rojnameyên ku li gor kêfa xwe distenî dide wan.    *1 Nisan: Vedat Bozkûrtê ku di Girtîgeha Ordûyê de ye, anî ziman ku 3 rojan av nedane wan û paşê ava dane jî biherî bûye û got, ji bo vîrûsa tenduristiyê jî tu tevdîr nayên girtin.    *2 Nîsan: Omer Ozmen ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Hîlwanê dimîne, ragihand kul i kogûşa 4 girtî li erdê radikevin, gardiyan bêyî ku maske û lepik bi kar bînin destê xwe didin amûrên wan û sabûn li girtîgehê 50 TL’î tê fîrotin.   *5 Nîsan:  Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî rewşa girtîgehên li Wanê raporek amade kirin. Di raporê de diyar kirin ku ji malzemeyên paqijî û parastinê bêpar in û nikarin xwe bigînin derfetên dermankirinê. OHD'ê û Baroyê destnîşan kirin ku ji ber girtî nikarin xwe bigînin mafên xwe li dijî şewbê di bin rîskek mezin dene.     *7 Nîsan: Girtiyê siyasî Rahmî Geylanî yê ji Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin li malbata xwe geriya û ragihandiye ku di qawîşa 7 kesî de 29 kes dimînin û 2 kes xistine karantîna yê.    * 8 NÎSAN: Girtiyê 70 salî Mehmet Yeter ê 3 sal girtî bû, li Girtîgeh a Bafra ya Samsûnê di hefteya derbas bûyî de, ji ber vîrûsa kononayê jiyana xwe ji dest da.   * 16 Nîsan: Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo Serokê Rêxistina  Sûcê Organîze Alaatîn Çakici got “Ma hûn difikirin ku qurbanên qederê bê xwedî ne?" û çakici ziyaret kir. Çakici ê ku Bahçelî li wî xwedî derket, piştî zagona înfazê hat berdan.    *20 Nîsan: Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê, li 44 girtîgehan lêkolîn kirin û diyar kirin ku li dijî vîrûsa corona tedbîr kêm in. Rêxistinan di bultena şopandina girtîgehan de anin ziman ku paqijî têr nake maske û lepikan nadin girtiyan. Saziyan xwest ku ji hiqûqnas û parazvanê mafên mirovan heyetek bê avakirin û li Îmraliyê lêkolîn bike.    * 22 Nîsan: Pişti li Girtigeha Buca di testa girtiyan de vîrûsa corona hat dîtin, di xebatên filyasyonê de hat dîtin ku li Girtigeha Bûca bi giştî di testa 64 girtiyan de vîrusa corona hatiye dîtin û 64 girtî bi şewbê ketine.    *23 Nîsan: Mûstafa Koçak ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kiriklarê, bi daxwaza “darizandina adîlane” dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû, di saetên şevê de di roja 297’emîn a çalakiya xwe jiyana xwe ji dest da.    *5 Gulan: Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku têkildarî binpêkirinên mafan ên ku di mehên dawîn de li girtîgehên li bajar pêk hatibûn, amade kiribû, bi raya giştî re parve kir. Rapor, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Bûca Kiriklarê, Girtîgehên Hejmarên 1,2,3,4 ên Şakranê, Girtîgeha Jinan a Şakranê, Girtîgeha Zarokan a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê û Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dihewîne.   Li gorî daneyên Wezareta Edaletê li Tirkiyeyê 355 girtîgeh û 282 hezar û 703 girtî hene. Di raporê de diyar kirin ku sererastkirina înfazê cihêkariya di navbera girtiyan de zêde kiriye û gotin: “Di 4 mehên dawîn de li girtîgehan rêbazên li dijî rûmeta mirovahiyê û tehdekar zêde bûne. Dîsa hejmara girtî û gardiyanên ku testên wan ên vîrûsa koronayê pozîtîf dertên, zêde dibin. Ji ber hejmara zêde ya girtiyan, li girtîgehan ne pêkane ku şertên paqijiyê pêk bên. Ev jî rewşa belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan derdixe holê. Li gorî agahiyên ku ji malbat û girtiyan hatine bidestxistin bergiriyên pêwîst li girtîgehan nayên girtin û xizmetên tenduristiyê ne têrker in.”   *6 Gulan: Li Girtîgeha Tîpa T a Konya Seydîşehîrê, 6 girtiyan ragihandin ku tundî û îşkence li wan hatiye kirin û malbatên xwe agahdar kirin ku dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji girtiyan Yilmaz Ûçar, ji malbata xwe re ev tişt got: “Em êdî vê zilmê qebûl nakin û dest bi greva birçîbûnê dikin.”    *20 Gulan: Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan. Lê belê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Piştî karên otopsiyê yê li morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê malbatê cenaze di 23'yê Gulanê de wergirt û li Ceyhanê defin kir.   *30 Gulan: CÎSST'ê der barê 77 girtîgehan de raporek amade kir û destnîşan kir ku li dijî şewba Covît-19 li girtîgehan tedbîrên girîng hêj nehatin girtin û pirsgirêkên girtiyan didomin.   *25 Hezîran: 5 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Curnê Reş a Rihayê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.   *15 Tîrmeh: Girtiyê nexweş Ramazan Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye û 7 caran emeliyat bûye, di yek hucreyê de tê girtin û jiyana wî di rîskê de ye. Hevjîna Ozyîgît Şerîfe Ozyîgît diyar kir ku nexweşiyên Ramazan zêde dibin û xwest demildest bê berdan û got: "Ji encamên neyînî dewlet berpirsyare. Em naxwazin cenaze ji girtîgehê derekve.   *20 Tîrmeh:  Bişar Bîlen ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê dimîne, bi malbata xwe re parve kir ku bi 2 hevalên xwe re li dijî "Hejmara li ser piyan" dest bi greva birçîbûnê kirin e.    *24 Tîrmeh: Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Rapora Binpêkirina Mafan eşkere kir. Li gorî rapora 3 mehên dawî li 25 girtîgehên cuda 187 serlêdan li komeleya wan hatine kirin û 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne.    *25 Tîrmeh: Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê, di 17’ê tîrmehê de 3 girtiyan li dijî ferzkirina jimartina li ser piya girtiyên bi navê Bişar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngol û Ûmît Temûr, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin bûn.   * 27 Tîrmeh: Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora 3 mehan a binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn aşkere kir. Li gorî rapora 3 mehan li girtîgehan 19 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. 32 girtî jî îşkence li wan hatiye kirin.    *4 îlon:  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek a 72 salî li Girtîgeha Jinan a Amedê qeyrana dil derbas kir.   *11 Îlon: Li Girtîgeha Wanê, di dema lêgerîna li qawîşê de ji ber lîsteya lîstika futbolê û kaxeza li ser "ez we pîroz dikim" nivîsandî salek ceza li Metîn ûyar hatiye birîn.    *19 Îlon: Girtiyê 75 salî Takiyettîn Ozkahraman ku duh li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê, jiyana xwe ji dest da.    *24 Îlon: Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî li Girtîgeha Panosa Agiriyê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Girtîgeha Panosê her tim bi binpêkirina mafan di rojevê de ye. Di salek dawî de Mustafa Akyol, Kinyas Gulcan, Takiyettîn Ozkahraman û Ali Boçnak jiyana xwe ji dest dan.      *5 Cotmeh: Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jinên girtî yên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik, di 2’yê cotmehê de sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.    *6 Cotmeh: Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbestan Mereşê, girtiyê 57 salî Mûhamed Emîr ê ji Efrînê yê 28 salin girtîbû, di 2’yê Cotmehê de, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Piştî wê şandeyekê ji endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Amedê, Baroya Amedê û MED TUHAD-FED’ê pêk tê, Girtîgeha Elbîstanê ziyaret kir. Piştre Şandeyê şewba li girtîgehê pişt rast kir û diyar kir ku li qawîşa zilaman hemû girtî bi şewbê ketine.    *13 Cotmeh: Rojnamevan Dîlan Oynaş ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de ye ragihand ku gardiyanan ji wan re gotiye "telîmat a jor e" û betaniyên wan ji wan stendine.   *15 Cotmeh: Ji Girtîgeha Ordûyê ya Tîpa E girtiyê bi navê Hakki Tûrgay û girtiyek navê wî nehat zanîn di 13’ê cotmehê de bi hêceta “wê desta Kovîd-19 were kirin” ji girtîgehê derxistin û sewqî girtîgehên cuda kirin   *16 Cotmeh: Şaxa ÎHD’ê ya Wanê rapora binpêkirina mafan a 9 mehan eşkere kir û diyar kir ku li Wanê hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne.    *19 Cotmeh: Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê diyar kir ku di mehên gulan, hezîran, tîrmeh û tebaxê de li Herêma Egeyê bi giştî 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne.    *28 Cotmeh: Heyeta ÎHD’ê ku li Girtîgeha Xarpêtê lêkolînan kir, diyar kir ku li girtîgehê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine û îşkence û memeleya xerab a li girtîgehê kuberê hatibû ragihandin didome.    *28 Cotmeh: Miakîl Çagirici ku li Girtîgeha Hejmar 3 a Şakranê girtî ye, diyar kir ku li girtîgehê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketine û heman gardiyan bi wan re têkilî datînin.   *30 Cotmeh: Di Girtîgeha Rihayê de, testa 2 girtiyan pozîtîf derket û ji ber vê 7 girtî kirin karantînayê.   * 30 Cotmeh: Rêxistinên parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan der barê Girtîgehên Kampusa Tarsûsê de lêkolîn kirin û rapor amade kirin. Rêxistinan di raporê de anîn ziman ku lêdan, gef û êrîşên li dijî mafên mirovan ku rûmeta girtiyan dişkînin didome. Di raporê de anîn ziman ku girtî di hucreyan de têne girtin û tecrîd didome.   *3 mijdar: Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê ya Îzmîrê, 2 girtî bêyî ku tu hincet bê nîşandan, kirin hucreyên yek kesî    *11 mijdar:  Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên ku bi vîrûsa koronayê ketine derket 15’an. Emîn Tûtal ku agahî ji kurê xwe yê rakirine nexweşxaneyê nagire, ev tişt got: “Ji tiştên ku sibê pêk bên dê desthilat berpirsyar e.”   *19 mijdar:  Endama Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Dîlan Ateş rapora binpêkirina mafan a salekê aşkere kir û diyar kir ku li girtîgehan di sala 2020’an de 49 girtî ji ber bêtevdîriyê jiyana xwe ji dest dane û got: “Pirsgirêk her ku diçin zêde dibin. Çareseriyek bi tenduristî nayê hilberandin.”      *27 Mijdar: Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Ocalan û zextên li ser girtiyan di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya bêdem û bi dorveger kirin. Çalakî bi koma 4'an berdewam dike.    *28 mijdar: Girtî Serhat Karsû yê li Girtîgeha Tîpa L A Kalkandere ya Rizeyê di hucreya yek kesî de tê girtin, ji aliyê esker û gardiyenan ve hat dertkirin û dest danîn ser eşyayên wî.    *11 Kanun:  Nîmet Degîşê girtiyê nexweş ê 63 salî ku li Girtîgehan Tîpa L a Turkoglûya Gurgumê de dimîne, bi vîrûsa koronayê ket. Hevjîna Degîş, Sultan Degîş, diyar kir ku ji ber ku derbarê hevjînê xwe de agahiyekê nagirin bi fikar in.