Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt 2020-12-20 09:06:59 AMED - Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê bi kurdî dertê, salek li pey xwe hişt. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê rojnameyê Îdrîs Gurmez têkildarî salvegera rojnameyê diyar kir ku wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê bidin destpêkirin û xwest her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameya Xwebûnê derkeve.   Rojnameya heftane Xwebûnê di 23'ê Kanûna 2019'an de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî dest bi weşana xwe kir. Rojname ku ji 12 rûpelan pêk tê û heta niha 52 hejmarên wê derketine, salek li pey xwe hişt. Ji her çar perçeyê Kurdistanê kurd xwe digihînin rojnameyê û dixwînin. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez, derbarê salvegera rojnameyê de axivî.   Gurmez, bibîr xist ku di 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de saziyên çapemeniyê jî di nav de gelek saziyên kurdan hatin girtin û wiha axivî: “Gelek rojname, malper, ajansên kurdan hatin girtin. Valahiyeke mezin hebû di warê ragihandina zimanê kurdî de. Ji ber wê yekê Xwebûn ji bo ku vê valahiyê dagire, bi kurdî xwe bigihîne gelê kurd, hem rojevê ragihîne, hem jî derbarê çand, ziman, wêje û dîroka kurdî de valahiyê dagire û bibe bersiv dest bi weşanê kir.”   ‘HEKE ŞERT GUNCAV BIBIN EM Ê DERBASÎ WEŞANA ROJANE BIBIN’   Gurmez, da zanîn ku Rojnameya Xwebûnê li ser xeta neteweyî dest bi weşanê kiriye û wiha got: “Xwebûnê heta astekê xîtabî her çar parçeyên Kurdistanê û kurdên hemû cîhanê kir. Lê li gorî me ev yek têr nake. Gelek nivîskarên rojnameyê hene ku ji her çar aliyê Kurdistanê dinivisînin. Bi nûçe û dosyayên xwe ji kurdan re bû bersiv. Zaravayên kurmancî û kirmanckî nûçeyên xwe amade dike û nivîs tê de cih digirin. Heta astekê me ew armanca ku danî pêşiya xwe pêk anî.”    Gurmez, anî ziman ku rojnameyê ji ber kêmderfetî, şert û mercan bi heftane dest bi weşanê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke di rojên pêş de şert û merc guncav bibin em armanc dikin derbasî weşana rojane jî bibin. Pêwistî bi rojnameyeke kurdî ya rojane heye lê ji ber derfetan Xwebûn niha hefteyê carekê derdikeve.”   ‘ROJNAMEYEK TENÊ NIKARE BIBE BERSIVA GEL’   Gurmez, destnîşan kir ku ne pêkan e ku rojnameyek tenê ji bo neteweyekî bibe bersiv û wiha berdewam kir: “Bi ya min deh rojnameyên mîna Xwebûnê hebin jî dîsa têra pêwistiya gelê kurd a ragihandina zimanê kurdî nake. Xwebûn hewl dide ku bibe bersiv. Gihiştiye astekê jî. Lê dîsa têr nake. Divê rojnameyên weke Xwebûnê ji bo pêwistiyên gel bînin cih hêj zêdetir bibin.”   ‘KETINA MALAN A ROJNAMEYEKE KURDÎ PIR GIRÎNG E’   Gurmez, bilêv kir ku rojnameyê salek li pey xwe hiştiye û wiha domand: “Heta niha 52 hejmarên rojnameyê derketine. Di her hejmarê de hevpeyvînek heye. Em dikarin bibêjin bi 52 nivîskar, hunermend, wêjevan, lêkolîner û siyasetmedaran re hevpeyvînên berfireh hatine kirin. Taybetmendiya rojnameyê ya herî berbiçav em dikarin bibêjin ev e. Gelek nivîskarên ciwan ên ku nû dest bi nivîsê kirine û nivîskarên jin hene. Her wekî din nivîsên lêkolînî yên dîrokî hene, me cih da kar û xebatên folklorê jî. Xwebûn gihişte nifûseke mezin a kurdan. Di gelek mijaran de mixabin kurd paş hatine hiştin. Polîtîkayên dewletên serdest nehiştine ku kurd bi zimanê xwe bi perwerde bibin, binivisînin û bixwînin. Ev ji bo gelekî di cîhana modern de dezavantajeke gelek mezin e û hêj jî ev berdewam e. Ji ber vê yekê jî weşana nivîskî ji bo gelekî tiştekî hewceye, nebe nabe. Her wiha derketin û ketina mala ya rojnameyeke bi kurdî pir pir girîng e. Ji ber ku rê li ber girtina pişaftinê encax di warê nivîskî de pêkane.”   ‘BI ELEQEYÊ ME GIRÎNGIYA ROJNAMEYA KURDÎ BÊHTIR DÎT’   Gurmez, diyar kir ku ji xwînêrên wan gelek peyamên keyfxweşiyê ji wan re tên û ev tişt gotin: “Piştî ku rojname derket eleqeyeke zêde derket holê. Bi eleqe û nêzîkatiya germ me girîngiya rojnameya kurdî bêhtir dît. Nirxandin û şiroveyên baş hene derbarê rojnameyê de. Lê li gel van rexne jî hene. Em wan li ber çavan digirin û hewl didin ku wan xeletiyên xwe ji holê rakin.”    Gurmez, da zanîn ku bêhtir ji aliyê aboriyê ve zor û zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Ji aliyê belavkariyê ve jî zehmetî çêdibin. Armanca rojnameyê ew e ku hemû kurdên bixwazin rojnameyê bixwînin xwe bigihînin lê ji ber kêmderfetiyan hinek zehmetiyê dide me. Bi taybetî piştî rojname derket sê meh û şûnde nexweşiya vîrûsa coronayê dest pê kir, ev gelek bû asteng li pêşiya me. Wexta rojname nû derket tîraja wê baş bû û her ku diçû bilind jî dibû. Lê bi derketina nexweşiya koronayê re hejmar hinek kêm bû. Em ji aliyê xwegihandina xwîneran ve hinek zor û zehmetiyê dikişînin.”    ‘BI HIŞMENDIYA NETEWÎ LI ROJNAMEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’   Gurmez, bang li her kesê kir ku li ser xeta neteweyî xwedî li rojnameyê derkevin û wiha got: “Me dest bi hin tiştên nû kiriye. Di sala nû de jî em ê vê berdewam bikin. Em dixwazin xwendevan ji me re nivîsên xwe binivîsin û bişînin. Wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê dest pê bike. Kesên ku bi awayê kaxiz nikarin xwe bigihînin rojnameyê, li kû derê dibe bila bibe, dikarin li ser malpera rojnameya Xwebûnê abonetiya xwe ya dîjîtal çêbikin, xwe bigihînin rojnameyê ku sûda wan ji rojnameyê re çêbibe. Em dixwazin her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameyê derkeve û ji rojnameyê re bibin alîkar.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar