Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne 2020-12-20 12:11:52   AMED - Hakan Ergun ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Curnê Reş dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, ragihand ku girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine û nîşaneyên şewbê bi wan re hene, bi girtiyên din ên saxlem re di heman qawîşê de tên girtin.    Girtiyê siyasî Hakan Ergun ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Curnê Reş a Rihayê dimîne, duh bi telefonê li malbata xwe geriya û hevdîtin kir. Ergun di hevdîtina malbatê ya heftane de, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Ergun, diyar kir ku girtiyên bi vîrûsa koronayê ketine û nîşaneyên şewbê bi wan re hene, bi girtiyên din ên saxlem re di heman qawîşê de tên girtin. Ergun, da zanîn ku hemû girtiyên di qawîşê de tên girtin, dibin rîskek mezin de ne û wiha got: "Girtiyên nexweş dikevin, heya ku rewşa wan lezgîn nebe, nabin nexweşxanê.    Xwişka Ergun Bermal Ergun jî, dest nîşan kir ku nexweşiya nefestengiyê bi birayê wê re heye û wiha axivî: "Di madeya wî de birîn heen. Em ji ber vê rewşê bi fikarin. Tekane daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş tavilê bên dermankirin û tedawiya wan bê kirin."