Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin 2020-12-21 10:03:30   WAN -  Rêxistina HDP’ê ya Wanê ji bo kongreya xwe bi destûra Walîtiya Wanê alên partiyê daliqand. Lê belê Miduriyeta Polîsan got “bi şaşîtî destûr hatiye dayîn” û alên hatin daliqandin rakirin.     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Wanê dê di 23’yê kanûnê de Kongreya xwe ya Asayî ya 3’yemîn li Otela Ûrartû li dar bixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê beşdarî kongreyê bibe. Rêxistina HDP’ê ji bo alên xwe li xalên bajêr daliqîne ji Walîtiya Wanê destûr xwest. Miduriyeta Şaxa Karên Hiqûqî ya Walîtiyê bi rêya belgeya elektronîk belgeya ku îmze li ser bû destûra daliqandina alan da HDP’ê.    Piştî destûr hat dayîn rêveberên HDP’ê alên xwe li hin xalên diyar daliqand. Piştî daliqandina alan polîsan destûra walîtiyê tune hesiband û alên HDP’ê daxist û rakir. Li gorî agahiya rêveberên HDP’ê da; Miduriyeta Polîsan ji wan re gotiye “Belgeya di destê we de ne bi îmze ye. Ji bo tu ferman nehatiye. Walîtiyê bi şaşîtî destûr daye” û bi vê hêcetê alên hatibûn daliqandin rakirin.    Tevî ku walîtiyê destûra HDP’ê da bû jî lê dîsa alên wan hatin rakirin. Lê meha derbasbûyî ji bo kongreya AKP’ê bi maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye alên AKP’ê hatibûn daliqandin.    Tê payîn HDP’ê dê di nava rojê de têkildarî mijarê daxuyanî bide.