Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî 2020-12-21 11:13:39 AMED – Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” 22 sal û 3 meh ceza birî û her wiha biryara girtinê jî da.       Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku bi hêceta axaftinên wê yên cuda û dij derketina şerê li Efrînê tevahiya doznameyên wê kirine yek û ji 18 sûcên cuda tê darizandin dest pê kir. Danişîn dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê tê lidarxistin. Leyla Guven beşdarî danişînê nebû. Parêzerên wê Cemîle Turhalli Balsak û Serdar Çelebî di danişînê de amade bûn.    Dozger xwestibû ku Guven bi îdiaya sûcên wek “Rêxistinê ava kiriye û birêve biriye”, “endama rêxistinê ye”, “Xelkê tevlî civîn û meşên xwepêşandanan ên dij qanûnî kiriye” û “bêsîleh beşdarî meşên dij qanûnî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” were cezakirin.    Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê navberek kurt da danişînê. Şandeyê pişt re biryara xwe eşkere kir û 22 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Guven birî. Her wiha şandeya dadgehê biryara girtina jî derbarê Guven de da.