Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin 2020-12-21 11:40:03 WAN – Nûçegihana me Zeynep Dûrgût birin edliyê. Dozger bi îdiaya “li ser navê rêxistinê xebat kiriye” sewqî dadger kir û xwest Dûrgut were girtin.    Nûçegihana me Zeynep Dûrgût di 17’ê kanûnê de dema ji şopandina nûçeyê vegeriya navçeya Cîzîrê ya Şirnexê, polîsan berê sîlehên xwe da ser û wî binçav kiribûn. Dûrgût ji Cizîrê sewqî Wanê hatibû kirin. Li Miduriyeta Polîsan a Wanê îfadeyên Dûrgût bi dawî bûn û wê birin Edliya Wanê. Dozger nûçeyên ku Dûrgût çêkiribû jê pirsî û piştî îfadeyên wê girt bi îdiaya “li ser navê rêxistinê xebat kiriye” sewqî dadger kir û xwest were girtinê.