Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin 2020-12-21 13:08:51   AMED - Hewldanên bavê endama HPG'ê Mercan Erkol, Hesin Erkol ê ku ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe cara heftan e ji Wanê tê Amedê bê encam dimînin û serlêdanên wî an “evraq winda ne” an jî bi gotina dozgeran a “rayeya me tune ye” tên bersivandin.   Endama HPG'ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) di 16'ê mijdara 2017'an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dide. 3 sal in cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Her çiqas malbatê ket nava lêgerînê û hewl dide cenazeyê keça xwe werbigire jî lê bêencam man. Piştî ku nasnameya Erkol hat eşkerekirin bavê wê Hesin Erkol serî li Fermandariya Cendermeyan a Amedê da. Erkol ê ku hewldanên xwe li ser Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê jî meşandin ji bo testa DNA’yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwîn da.    Piştî çar mehan rayedarên Fermandariya Cendirmeyan li Erkol geriyan xwestin ku biçe cenazeyê xwe werbigire. Li ser vê yekê Erkol, ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û bi rayedaran re çû Goristana Yenîkoyê. Ji vir jî derbasî beşa gorên bêkes bûn û xwestin cenaze werbigirin. Li vir rayedar gorê vedikin ku 3 cenazeyên perçekirî têde ne. Li ser vê yekê dozger dibêje "heta DNA’ya wan yek bi yek neyê girtin em nikarin bidin". Di 22’yê kanûnê de Erkol dîsa hat Amedê û serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da. Erkol, derbarê wergirtina cenazeyê keça xwe de hewldanên xwe didomîne. Parêzera malbatê Havva Atli diyar kir ku di têkoşîna hiqûqê ya ji bo wergirtina cenaze de hatine dawiyê û got tespîtkirina gorê çareser kirine.   ‘EVRAQ JI HOLÊ WINDA BÛ’   Atli, da zanî ku pirsgirêkên heta niha ji ber îhmalkirina peywîrê ya saziyan e û wiha got: “Rapora pisporiyê ya ku zayendiyê diyar dike li gel 2019’an de hat nivîsîn jî aqûbeta wê nayê lêkolînkirin û evraq ji holê winda dibe. Ez vê di hevdîtina xwe ya bi Miduriyeta Şaxa Lêkolînê ya Biyolojîk de pê hesiyam. Wan ji min re got ‘rapora pisporiyê' ji cendermeyan û dozger re şandine, lê ez çûm fermandariya cendermeyan evraq li wir nebû, guhertina peywîrê çêbûye û pisporê ku bi dosyayê re mijûl dibû ji FETO’yê hatiye girtin û gotin tu evraq di dosyayê de tune ne.”   RAPORA DUYEMÎN JÎ WINDA BÛ   Atli, destnîşan kir ku di 18’ê tebaxa 2020’an de ji bo lêpirsîneke bi bandor were kirin bi awayekî nivîskî serî li dozgeriyê daye û wiha axivî: “Li ser serîlêdana min Miduriyeta Labortuvara Polîsan a Krîmînal a Amedê raporeke din amade kir. Dûre rapor ji Fermandariya Cendermeyan a navçeya Pasûrê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Lê dîsa evraq ji holê winda dibin. Ji ber vê yekê em her tim bi zincîra îhmalê re rûbirû man.”   ‘DU GORÊN CUDA HENE’   Atli, anî ziman ku raporên ku behsa wan dikir bi awayekî hatine dîtin û ev tişt gotin: “Ji aliyê dozgerê dosyayê re mijûl dibe ji bo ku gor were vekirin ez arasteyî dozgerê nobedar hatim kirin. Ji ber vê min bi nivîskî daxwaz kir. Dozger jî krokiya gorê û rapora otopsiyê ji me xwest. Em gihiştin raporê û me ferq kir ku 2 gorên cuda hene. Yek bi ‘3 Zilam Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Erkek)’ yê din jî ‘Parçeyên 3 Cesedan Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Ceset Parçaları)’ bi nav kirine. Bi rapora pisporiyê û ya otopsiyê em fêm dikin ku gora aîdî keça muwekîlê min gora bi navê ‘Parçeyên 3 Cesedên Pasûr Şênê (Kulp Şenyayla 3 Ceset Parçaları)’ ne.”   ‘CENAZEYÎ DEMILDEST TESLÎMÎ ME BIKIN’   Atli, diyar kir ku piştî tespîtkirina gorê, ji bo ku gor were vekirin û cenaze teslîmî malbatê were kirin divê Serdozgeriya Komarê ji Miduriyeta Goristanê re evraqekê binivîse û wiha domand: “Dozgerê ku dosyayê dişopîne got ku ‘ev ne qada peywîra min e’”. Bi heman awayî Dozgerê Komarê yê nobedar jî ji min re got ji ber rayeya wî nîne nikare tiştekê bike. Li gel rapora 10’ê kanûna 2020’an dikarin bi awayekî zû kiraran pêk bînin lê ji ber cenazeyê aydê HPG’ê ye naxwazin pêk bînin. Em dixwazin ku demildest cenazeyî teslîmî me bikin.”   ‘PMME TÊ ÎHLALKIRIN’   Atli, bibîrxist ku li gorî xalên 3 û 8’emîn ên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) a Tirkiyeyê îmze kiriye, mafê veşartinê xistine bin parastinê û diyar kir ku ji ber cenaze teslîmî wan nayê kirin Tirkiye xalên 3 û 8’emîn ên AÎHS’ê îhlal dike.   ‘JI HESTIYAN JÎ DITIRSIN’   Bavê Erkol, Hesin Erkol ê ku ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe heft car in tê Amedê da zanîn ku rayedar her tim qala edalet û hiqûqê dikin wiha axivî: “Rayedar qala hiqûq û edaletê dikin lê cenazeyên HPG’iyên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane nadin malbatên wan. Dewleta mezin 2 sal in nikare DNA’ya cenazeyekê diyar bike. Ji hestiyên ku parçekirine û veşartine jî ditirsin. Nedayîna hestiyên me nîşandana bê cesaretiya wan e. Qey dibêjin em ê xemgîn bibin, bi çend caran hatin û çûyînê em ê dest jê berdin lê bila vê baş bizanin ku, welehî heta em hestiyên xwe negirin em dev jê bernadin.”   JI RAYEDARAN RE BANG   Erkol, li dijî neheqiya li malbatan tê kirin bang li hiqûqnasan û dadgehan kir ku gavekê biavêjin û pirsa “Ev pêkanîn di qanûn û hiqûqa kîjan dewletê de hene” kir.