Li Êlihê du wêneyên cuda! 2020-12-21 14:02:55   ÊLIH – Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, di vê dema ku li 5 taxên bajêr av hatiye birîn, wêneyê şûştina kolanan li ser hesabê xwe medya civakî parve kir.     Li seranserê welat di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de, gelek şaredariyan di qedexeyê derketina derve de kolanên val man şûştin û wêneyên vê yekê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin jî hin kolanên li bajêr bi avê şûştin. Lê balkêş e şaredariya ku kolanên bajar bi avê şûşt, 2 rojan avê neda 5 taxan.   WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DA    Ji ber ku şaredariyê wêneyên şûştina kolanan li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir, niştecihên taxên Karşiyaka, Hurriyet, Guneykent, Kûyûbaşi Tokî û Çamlicayê li ser hesabên xwe medya civakî bertek nîşanî şaredariyê dan. Li ser van bertekan li her pênç taxan av hat berdan. Lê derbarê sedema birîna avê de tu daxuyanî nehat dayîn.    DI SERIYA 20 HEZARÎ KES BÊ AV MAN   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku gelek welatî ji ber birîna avê li wan geriyane û ev tişt got: “Welatiyan sedema birîna avê ji me pirsîn. Me jî têkildarî mijarê li ser medya civakî daxuyaniyek da. Lê ji rêveberiya qeyûm tu daxuyanî nehat dayîn. Di pêvajoya pandemiyê de ji ber ku welatî li malê dimînin, ji ber birîna avê zehmetî dikişînin. Ji bo ku careke din av neyên birîn divê bergiriyên pêwîst bên girtin. Li 5 taxan di seriya 20 hezarî de kes bê av man.”