Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin 2020-12-21 14:37:08   AMED – Di rapora Dîwana Muhesebatê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye amade kiriye, hat destnîşankirin ku 11 milyon TL bêîhale hatiye xerckirin.    Serokatiya Dîwana Musesebatê (Sayiştay) “Rapora Kontrola Sayiştayê ya Sala 2019’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê” weşand. Di raporê de tê destnîşankirin ku bi rêbaza bazariyê 17 milyon TL îhale hatiye kirin û di raporê de cih daye tespîta ku bi nirxê 11 milyon û 152 hezar TL bêyî îhale were kirin, ev pere hatiye xerckirin.     ÎHALE NE BI ZELALÎ HATIYE KIRIN   Di raporê de tê gotin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hin xizmet û sitandina tiştan de bi rêbaza îhaleyê hatiye kirin. Li gorî vê rêbazê; ji bo karê kontrola vektorê ya kirêkirina amûr û alavan û sitendina dermanê biosidal 14 milyon TL, ji bo sitendina 21 kalem kelûpelên mobîlyayê û kelûpelên din 332 hezar TL, ji bo pêdiviya welatiyan a li 4 navendan xwarina fitarê û paşîvê were sitendin û belavkirin milyonek û 430 hezar TL, ji bo karê stendina kelûpelên li Navenda Jiyanê ya Aktîf werin bikaranîn milyonek û 250 hezar TL îhale werin kirin bi rêbaza bazariyê hatiye kirin.    Li gorî xala 21’emîn a Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê ya hejmara 4734’an tê gotin ew gihîştine wê encamê ku îhale ne bi zelalî hatiye kirin.    Ji ber vê nezalaliyê jî di raporê de hatiye gotin ku bi nirxê 11 milyon û 152 hezar TL bêyî îhale were kirin, ev pere hatiye xerckirin.