Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike 2020-12-21 15:52:11   MEREŞ - Qurbaniyên Komkujiya Mereşê di salvegera 42’yemîn de li ser gora xwe hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogûllari ji bo ku rastî derkeve holê banga avakirina komîsyonê kir û got: “Divê dewlet lêborîna xwe bixwaze.”    Li Mereşê di navbera 19-24’ê Kanûna sala 1978’an li dijî civaka elewî komkujiyek pêk hatibû. Di komkujiyê de 111 welatiyên elewî hatibûn qetilkirin. Partiya Demokratîk û sazî û komeleyên elewiyan ji bo qûrbaniyên komkujiyê bîranîna li dar xistin. Ji qûrbaniyan Mehmet Menguçcek û Sabrî Ozkan (Gijik Dede) li ser gorên xwe yên li navçeya Pazarcixa Mereşê hatin bibîranîn.    Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal, Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Îngîlîstanê Îsrafîl Erbîl, endamê Rêxistina Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Mehmet Alî Çankaya û Serokê Rûmetê Tûrgût Oker û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.    Beşdaran ewilî serdana gora Mehmet Menguçek a li gundê taxa Xidira Pazarcixê kirin û pişt re jî çûn serdana gora Sabrî Ozkan a li Goristana Şeyhadî. Bîranînê bi rêzgirinê dest pê kir. Li goristanên bîranên hatin lidarxistin cendirme û polîsan derdorê dorpêç kirin.   OZEN: HÊJ EM HEMAN ÊŞAN DIKIŞÎNIN    Parlamenter Zeynel Ozen li ser gora Mehmet Menguçek axivî û bertek nîşanî dorpêçkirina polîsan da. Ozen destnîşan kir ku ew êş û kula komkujiyê niha jî dikişînin û got: “Zîhniyeta wan rojan qet neguheriye û hêj didome û êşan bi me didin kişandin.”    HATIMOGÛLLARI: DIVÊ DEWLET LÊBORÎNÊ BIXWAZE    Pişt re Parlamenter Tulay Hatimogûllari jî axivî û destnîşan kir ku ew bang dikin ku ji bo rastî werin lêkolînkirin û derkevin holê divê komîsyon were avakirin û got: “Ji bo qetliyama çêbû, divê dewlet lêborînê bixweze. Li welat elewî tune tên hesibandin. Her tim wek tune hatine hesibandin. Her tim bi komkujiyan re rûbirû hatin hiştin. Heke destûrê bidin xwebirêvebirina gelan wê liv î welatî 72 gel û bawerî di nava aştiyê de bijîn. Ji sedî kesî zêdetir hatin qetilkirin lê tenê gora 4 kesan heye. Divê abîdeyên wan werin çêkirin.”    SARIBAL: KOMKUJIYEK ORGANÎZEKIRÎBÛ    Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal jî li ser gora Gijik Dede axivî û destnîşan kir ku komkujiyek pîlankirî hatiye kirin û kirinên wê demê hêj ji aliyê dewletê ve tên veşartin, dewlet wan kiryaran dizane lê xelk nizane. Saribal got divê her tişt derkeve holê û were ronîkirin.   'DIVÊ DEWLET RÛBIRÛ BIBE’    Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Îngîlîstanê Îsrafîl Erbîl jî wiha got: “Em ê Mereşê ji bîr nekin. Heta ku dewlet bi kujeran re rûbirû nebe, hesab nede elewiyan em ê dest ji bîranîn û têkoşînê bernedin. Em ê her sal bêwestan qûrbaniyan bibîr bînin.”    DÊ HER TIM BIBÎR BÎNIN    Serokê Rûmetê yê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê Tûrgût Oker jî anî ziman ku elewî di her pêvajoya dîrokê de bi komkujiyan re rûbirû mane û ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn û ew ê her sal qûrbaniyên xwe bibîr bînin.    Şande piştî bîranînên li ser goran ji bo daxuyaniya çapemeniyê derbasî Mala Cemê ya Taxa Yurukselîmê bû.