Leyla Guven hat binçavkirin 2020-12-22 00:10:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ku îro derbarê wê de biryara girtinê dabû girtin, hat binçavkirin. Gava polîsan Guvenê binçav kir, Guvenê got: "Çi li derve çi li hundir ez ê li vî welatî siyasetê bikim."   Ji ber hin dozên berê yên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de îro li danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Piştî dadgehê biryara girtinê da, Guven hat binçavkirin. Polîs bi şev çûn mala Guvenê ya li navçeya Peyas a Amedê û ew binçav kirin. Hat ragihandin ku polîsan ji bo kontrolkirinê Guvenê birine nexweşxaneyê û gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûye.    'ÇI LI DERVE ÇI LI HUNDIR EZ Ê SIYASETÊ BIKIM'   Guven gava hat binçavkirin got: "Heger dilê min û revê hebûna, dê ruhê we jî pê nehesiyane. Ez neçûme derekê jî. Ez li mala parlementera xwe me. Çi li derve çi li hundir ez ê li vî welatî her siyasetê bikim."    Hat hînbûn ku piştî kontrola tenduristiyê dê Guvenê bibin Edliyeya Amedê û dê biryara dadgehê jê re bê xwendin.