'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin' 2020-12-22 09:12:00 STENBOL - MATÛHAY-DER, Odeya Bijîşkan a Stenbolê û Înîsyatîfa Gorulmuşturê diyar kirin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazine rewa ne û xwestin dengê wan bê bihîstin.  Girtî ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Husnu Taş, destnîşan kir ku piştî çalakiyê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN    Taş, diyar kir ku gelek malbat derbarê binpêkirinên mafan de serî li wan didin û nexasim jî piştî çalakî dest pê kiriye lêgerîna li qawîşan zêde bûye. Taş, da zanîn ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Jimare 5 a Tîpa L'yê girtiyê bi navê Mûhammed Abay telefonî malbata xwe kiriye ragihandiye ku di dema lêgerînê de gardiyanan dest daniye ser radyoyên Îlhan Erdem, Yakûp Şahîn û Nîmet Enuçuk û got: "Radyonên ku kantîna girtîgehê wan difiroşe wekî sûc tên hesibandin. Ji ber vê 11 roj cezayê hucreyê li her sê girtiyan hatiye birîn. Her wiha daxwaznameyên wan jî bi tu awayî nayên bersivandin. Bi awayekî kêfî dikin. Dixwazin çalakiya wan sabote bikin."    Taş, anî ziman ku ji ber çalakiya greva birçîbûnê heman tişt li gelek girtîgehan pêk tên û tiştê tên kirin bêhiqûqî ne. Taş, destnîşan kir ku hikûmet divê gh bide daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de û got: "Yan na wê bedêla wê giran be û dê hikûmet nikaribe ji binî rabe. Ji bo neyê vê merheleyê demildest divê çareyek bê dîtin."    'DAXWAZÊN WAN REWA NE'    Avakarê Înîsyatîfa Gorulmuşturê Adîl Okay jî anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên berê û girtiyên jiyana xwe ji dest dane. Okay got: "Dewlet, divê bi awayekî wekhev nêzî hemû welatiyan û girtiyan bibe. Em naxwazin veguhere rojiya mirinê û kes bimire. Rayedar, divê daxwazên rewa ên girtiyan û dengên wan bibihîse."    BIBIN DENGÊ WAN    Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû jî xwest dengê grevên birçîbûnê bê bihîstin û bal kişand ser tenduristiya girtiyan. Kuçukosmanoglû got: "Em jiyanê diparêzin. Rêgeza me ya sereke ev e. Her wiha rêza û hurmeta me ji bo biryara ku kes girtiye heye. Tenduristiya kesên di greva birçîbûnê de divê bi awayekî rêk û pêk bê kirin, divê bijîşk biçin cem wan, xwê, şekir û vîtamîn û tiştên avî divê bi awayekî rêk û pêk bên dayîn."    Kuçukosmanoglû, destnîşan kir ku ji bo tiştekî neyînî neqewime rayedar divê guh bidin daxwazên girtiyan û got: "Ev daxwazên li gor hiqûqê û li gor mafên mirovan e, divê pêk bên."    MA / Mehmet Aslan