MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne 2020-12-22 09:12:01 AMED - Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Elîf Haran, anî ziman ku piştî girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne.  Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di roja 26'an de ye. Îro koma 6'emîn grev dewr girt. Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED'ê (MED TÛHAD-FED) Elîf Haran, anî ziman ku divê tecrîd bê rakirin.    'TEVAHIYA CIVAKÊ TÊ TECRÎDKIRIN'    Haran, anî ziman ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin di serî de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan e û bi giştî jî ji ber zext û zoriyên li girtîgehan e. Haran, destnîşan kir ku gelê kurd bi tu awayî tecrîdê qebûl nake. Haran, bilêv kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li her erî belav bûye û civak bi temamî tê tecrîdkirin. Haran, anî ziman ku tu hêleke hiqûqî ya polîtîkaya tecrîdê tune ye.    ‘PIŞTÎ GREVÊ ZEXT ZÊDE BÛN'    Haran, çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê dest pê kiribû bibîr xist û got: "LIgel rakirina tecrîdê divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Saziyên eleqedar hay ji sedemên grevên birçîbûê hene. Lê belê derbarê vê yekê de tu gavan navêjin. Girtî li dijî binpêkirinên mafan jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Lê berevajî vê, ev mehek e binpêkirinên mafan zêde bûne. Di demên dawî de bi awayekî kêfî davêjin ser qawîşan. Gardiyan girtiyan tehrîk dikin û dixwazin înfazên girtiyan bişewitin. Çend roj berê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê tiştekî bi vî rengî qewimî û girtî sirgûnî girtîgehine din kirin."    Haran, xwest rayedarên dewletê rojek berî rojekê daxwazên girtiyan qebûl bikin û civak jî di warê grevên birçîbûnê de hesas be.    Haran, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û got: "Abdullah Tûran ji stû berjêr felcî ye. Rapora wî ya 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye. Lê dîsa jî wî bernadin. Bi tena serê xwe nikarin xwarina xwe bixwe, lê ji bo karantînayê xistine cihekî kes lê tune ye. Wî biri nexweşxaneyê, lê bi awayekî kêfî wî tedawî nekirin û cardin wî birin girtîgehê. Li hemberî girtiyên nexweş helwesteke bi vî rengî heye. Ji bo neberdanê jî xwesdispêrin hince 'dê zirarê bide civakê.' Kesekî wekî Tûran ku ji stû berjêr felcî ye û nikare bi tena serê xwe avê vexwe, dê zirareke çaw abide civakê? Lewma divê mirov bang li wijdanan bike."    MA / Cahît Ozbek