Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin 2020-12-22 09:12:03 COLEMÊRG - Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sînan Kaya, xwest her kes xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û got: "Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekîtiya neteweyî tevdigerin, divê bibêjin 'em ê vê peywirê hilgirin.'"  Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja 26'an de ye. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Sînan Kaya, ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û xwedî li çalakiya wan bê derketin bang kir.    ‘TECRDÎ SÛC E'    Kaya, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de li ser hemû kurdan û gelan pêk tê û ji bo vê got: "Sûc e, li hemberî mirovahiyê."    Kaya, destnîşan kir ku li welêt kesên xwedîgotin haya wan ji pirsgirêkên ji ber tecrîdê rû didin tune ye û got: "Heger bîra van pirsgirêkan bûbûna, wê fêm bikiran ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê." Kaya, anî ziman ku mafên gerdûnî yên Ocalan tên binpêkirin. Kaya, bilêv kir ku hevdîtin bi telefonê, hevdîtina bi malbatê û parêzeran mafên sereke yên Ocalan in. Kaya, ji bo çareserkirina pirsgsirêkên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn îşaret bi Ocalan kir û nexşerêyên wî yên berê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibîr xist.    'BANGAWAZÎ'    Kaya, destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê li tevahiya girtîgehan berxwedaneke mezin rû daye û got: "Grevên birçîbûnê, niha yên bêdem û dorveger in. Lê belê ev nayê wateya ku dê veneguherin rojiya mirinê. Êdî divê em vê berpirsiyariyê bi cih bînin. Hevalên girtî peywir û berpirsiyariya ket ser milê wan heya vê derê anîn. Siyasetmedar û hemû kesên bi bîr û baweriya yekîtiya neteweyî tevdigerin divê bibêjin 'em ê vê peywirê hilgirin.' Ên pêşengiya hemû pêvajoyên hatine xitimandin kirine hevalên me yên di zindanan de ne. Divê em tecrîda li ser Rêber Ocalan tarûmar û perçeperçe bikin. Gava gelê bi vê berpirsiyariyê tevbigere wê careke din tecrîdeke bi vî rengî pêk neyê."