Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-12-22 12:49:09   ÊLIH – 14 kesên ku ji ber Serhildanên Kobanê ji aliyê polisan ve li ÊLihê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di 20-21’ê kanûnê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezoyê ve hatibû destpêkirin de 14 kes bi hinceta Serhildanên Kobanê hatibûn binçavkirin. Piştî ku gotinên girtinên wan ên li Miduriyeta Polisan a Navçeyê bi dawî bûn her çardeh kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî ku gotinên wan girtin her çardeh kesan jî berda.    Kesên hatin berdan ên navê wan hatin hînkirin wiha ne: Kemal Arzik, Nazmî Boral, Ahmet Tûfan û Kûdbettîn Atak.