‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’ 2020-12-22 15:46:53   EDENE – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê di rapora têkildarî girtîgehên Herêma Çûkûrovayê de diyar kir ku di serdema pandemiyê de ceza li ser cezayê li girtiyan tê sepandin.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F, Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T, Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê Tîpa L û Girtîgeha Ceyhanê ya Tîpa M ên li Herêma Çûkûrovayê ne raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat eşkerekirin.    Berdevka Komîsyonê parêzer Zelal Demîray diyar kir ku wan di mehên cotmeh, mijdar û kanûnê de serdana van girtîgehên navborî kirine û li gorî vegotina girtiyan binpêkirina mafan di pêvajoya pandemiyê de hin biran bûne û ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin.    Li gorî raporê; li Girtîgeha Kurçulerê kelûpelên paqijiyê mehê carek didin girtiyan û ew jî hindik didin û ji bilî vê girtî bi pereyên xwe ji kantîna girtîgehê kelûpelên paqijiyê dikirin. Di raporê de tê gotin ku maske û kelûpelên dijî koronayê jî nadin girtiyan û mafê wan girtiyan ên wergirtina kelûpelan hatine desteserkirin.    Li Girtîgeha Osmaniyê jî maske û dezenfektanê nadin girtiyan û girtî bi bihayên zêde ji kantînê dikirin.    Li Girtîgeha Ceyhanê jî di destpêka pandemiyê de qawîş hatine dezenfektekirin û nêzî 4-5 meh in qawîş nehatine dezenfektekirin û dezenfektanê nadin girtiyan û dema girtî derdikevin hevdîtina malbat û parêzeran maske didin wan.    Li Girtîgeha Turkoglûyê jî di çarçoveya tevdîrên dij koronayê de kelûpelên paqijiyê bi awayek têrkirî nadin girtiyan û qawîş nayên dezenfektekirin û girtî li gorî xwe qawîşan paqij dikin. Maskeyên malbat ji girtiyan re dişînin nadin wan û maskeyên xwe heyî bi neçar in bi mehan bikar bînin. Li Jimara 2’yan a girtîgehê jî nêzî 30 girtî bi Kovîd-19 ketine û ev yek metirsiyê dide girtiyên din jî.    Di dewama raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin hatin rêzkirin.