‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye' 2020-12-23 09:15:12 AMED – 11 sal berê Leyla Guven jî di nav de gava gelek siyasetmedar hatibûn girtin, wêneyê wan ê destkelemçekirî û li dû hev hatibûn rêzkirin hatibû girtin û hatibû parvekirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, ji bo wî wêneyî anî ziman ku "helwesta fermî ya dewletê" ye. Aktar, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha dewlet bi heman kodan hereket dike.    Îqtidara AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên neçareserkirina pirsgirêka kurd herî dawî siyasetmedara kurd Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hedef girt. Ji ber xebatên wê yên siyasî 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Girtina Guvenê operasyona binçavkrin û girtinê ya 24'ê Kanûna 2009'an anî bîra mirov. Wê demê Lela Guven jî di nav de gelek siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Gava hatibûn binçavkirin destê wan hatibû kelemçekirin û li dûr hev hatibûn rêzkirin û wêneyê wan hatibû serwîskirin. Leyla Guven wê demê Şaredara Wêranşarê bû. Wê demê ji 36 kesên sewqî edliyeyê hatibûn kirin 8 kes jê hatibûn berdan. Leyla Guven, Hatîp Dîcle, Şaredaraê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydin Bûdak, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Şaredarê Sûrê Abdullah demîrbaş, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Wekîlê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Şîmşek, Cîgirê Serokatiya Giştî ya ÎHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mûharrem Erbey hatibûn girtin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar ku wê demê parêzeriya hin siyasetmedarên ahtibûn binçavkirin û girtin dikir, wêneyê wê demê û tiştên niha li hemberî siyasetmedarên kurd tên kirin nirxand.    ‘BI ZANEBÛNÎ HAT SERWÎSKIRIN'    Aktar, anî ziman ku roja operasyonê 24'ê Kanûnê bi zanebûnî hatibû hilbijartin, ji lewra ev dîrok ji bo cîhana rojavayê roja "Noel"ê bû û lewma di wê rojê de operasyon kirin. Aktar, bilêv kir ku piştî siyasetmedar hatin binçavkirin bi rojekê sewqî edliyeyê hatin kirin û dû re xeber şandin ji hin rojnamevanên li bajêr û ew wêne û dîmen hatin girtin û bi zanebûnî hatin serwîskirin.    ‘HELWESTA FERMÎ YA DEWLETÊ'   Aktar, anî ziman ku bi vî wêneyî hatiye xwestin ku peyamekê bidin dewletê û got: "Ji kurda re gotin: 'Devera hûn biçinê ev kelemçe ne. Heps li ber we ye. An hûn ê bîat bikin an jî hûn ê bibin wekî vî wêneyî. Tişta xwestin ji kurdan re bibêjin ev bû."    Aktar, anî ziman ku wêneyê siyasetmedarên destkelemeçekirî û wêneyê "gerîlayekî" yê bi ben ve li dû wesayîta zirxî hatibû girêdan di konferansekê de nîşan daye û got: "Hûn nikarin di ser miriyan re tiştekî bikin. Lê ev sembola nêrîn û dîtina dewletê ya ji bo miriyên kurdan. Ji hêla kurdên ku doza mafên xwe dikin û doza mafên xwe yên rewa dikin jî kelemçe ye. Ev jî helwesta fermî ya dewletê ye."    ‘FERASETA ÎTHAT TERAKIYÊ QET NEGUHERIYE'    Aktar, destnîşan kir ku kodên dewletê yên ji bo pirsgirêka kurd ji duh heya niha qet neguheriye û got: "Dewlet tim bi heman kodan hereket dike. Feraseta îtihat terakiyê qet neguheriye. Gava kurd parvekirina serdestiyê dixwazin, dewlet red dike. Dewlet, ji bo vê daxwazê ji holê rabike, bi awayekî herî tund mudaxile dike û dixwaze vê fikrê ji holê rabike."    Aktar, bal kişand ser polîtîkayên çewisandinê yên piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê dest pê kirin û got: "Qeyûm tayinî şaredariyên bajarên kurdan kirin. Helbet mesele ne meseleya ku şaredar sûc kiriye. Dewlet, dibêje ez vê serdestiyê parve nakim. Ev tunehesibandin e. Ev jî ji duh heya niha li hemberî kurdan tê kirin."    Aktar ku got "Dewlet, niha nabêje kurd tune ne, lê em bi kirinên wê yî ku vê yekê dike re rû bi rû ne" destnîşan kir ku dewlet bi van kirinên xwe re dixwaze kurdan bêvîn bike.    ‘NE BI ZORÊ, BI DIYALOGÊ'    Aktar, destnîşan kir ku niha kurd li seranserê cîhanê bi awayekî rewa tên qebûlkirin, lewma pirsgirêka kurd bi zorê nayê çareserkirin, ancax bi diyalogê dikare bê çareserkirin.    MA / Mehmet Şah Orûç – Mehmet Erol