Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin 2020-12-23 10:11:39 MÛŞ – Derket holê doza ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li girtiyê nexweş Celal Şeker ku 3 sal berê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jiyana xwe ji dest dabû, hatibû vekirin, tê domandin.    Girtiyê nexweş Celal Şeker beriya 3 salan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qrîza dil derbas kiribû û di 3’ê Sibata 2018 de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê doza ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li girtiyê nexweş Şeker hatiye vekirin hê jî didome. Ev rewş bi peyameke ku ji malbata Şeker re hat derket holê.    PEYAMA SOSRETIYÊ!   Di 18’ê kanûnê de ji nimreya telefona ku dayika Şeker bi kar tîne re ev peyam hat: “Di dosyaya bi nimreya 2015/98 a 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mûşê de roja danişînê weke 24/12/2020 û saet 09.55 hatiye dayîn.” Li ser vê yekê malbata Şeker, ji bo hîn bike doz derbarê kî de hatiye vekirin serî li dadgehê da. Malbatê li edliyeyê hîn kir doz derbarê Şeker de hatiye vekirin.    ‘MÎNAKA BELAWELABÛNA PERGALÊ’   Xwişka Şeker Hatîce Şeker, derbarê mijarê de axivî û ev tişt got: “Li vê erdnîgariyê êş û rondik bûne namzeteke me ya din. Wisa ku êşa birayê min ku bi zanebûn mirina wî paşguhkirin her roj kûrtir dibe. Li gel ku nexweşiyên dil û diyalîzê yên kekê min hebûn jî ew bernedan.  Ji bo kekê min ê mirî roja danişînê diyar kirine. Kesên ku dibêjin di her warî de bi pêş ketine çawa çidibe ku navê kekê min ê mirî li eywanên dadgehan tînin ziman. Rast e kekê min nemiriye; di dil, mêjî û bîra me de dijî. Ev mînak e ku pergal çiqas ji hev belawela ye.”   MA / Mujdat Can