Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin 2020-12-23 11:02:06   ŞIRNEX - 3'emîn danişîna doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn hat taloqkirin.      Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyê ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê” kirine, derbarê 16 xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de doz hatibû vekirin. 3’emîn danişîna dozê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Ji ber kêmaniya ewraqan danişîn taloqî 5'ê nîsanê hat kirin.