Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan 2020-12-23 11:18:08   AMED –  Derket holê ku zarokên malbatên Balta û Uçdag ku di nav koma li ber HDP’ê tên rawestandin de cih digirin û angaşt dikin ku ‘hatine revandin’ di êrişên hewayî yên TSK’ê yên di salên 2017 û 2018’an de jiyana xwe ji dest dane.      Derket holê ku zarokên Sebîha Balta û Mevlûde Uçdag ku di nav koma ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi xebateke taybet bi angaşta “zarokên wan derxistine serê çiya” li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatine bicihkirin de cih digirin, jiyana xwe ji dest dane.     Sabiha Balta, bi angaşta ku kurê wê Arafat Balta revandine û derxistine serê çiya li ber avahiyê HDP’ê dest bi rûniştinê kiribû. Piştî demekê ji aliyê ferdên malbata xwe ve hatibû qanihkirin û careke din çûbû mala xwe.    HPG’ê, têkildarî angaşta her du malbatan de daxuyanî da û nasnameya zarokê her dû malbatan parve kir û ragihand ku zarokên her dû malbatan jî di êrişên hewayê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên di salên 2017 ^8 2018’an de jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin; Arafat Balta, di 20’ê sibata 2017’an de li herêma Sêgirê ya Amediyê û Ramazan Uçdag jî di sala 2018’an de li ‘Qadên Parastina Medyayê’ di encamên êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dane.