Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin 2020-12-23 11:43:50   ŞIRNEX - Derbarê ciwanê bi navê F.P. ku dema li Edeneyê eskerî kiribû de ji ber ku strana kurdî ya gotibû li ser medya civakî parve kiribû lêpirsîn hat destpêkirin.      Derbarê F.P ê şirnexî ku dema li Edeneyê eskerî kiribû de ji ber ku strana kurdî gotibû û li ser medya civakî parve kiribû lêpirsîn hat destpêkirin. F.P. strana hunermendê kurd Mehmûd Berazî ya “Nazê Nergîza Hewşê” bi tarzê xwe gotibû û van kêliyan ji aliyê hevalên wî ve hatibûn kişandin. Piştre ev dîmen li ser medya civakî hatibûn parvekirin û di nav demeke kurt de ji aliyê bi hezaran kesî ve hat temaşekirin.    F.P ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi malbata xwe re dijî, da zanîn ku dema tezkereya xwe wergirtiye hîn bûye ku derbarê wî de girtek hatiye girtin û destnîşan kir ku ji aliyê fermandarê wî ve girtek hatiye girtin û bi angaşta “agahiyên veşartî ji derve re ragihandiye” derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    F.P. got ku agahiya lêpirsînê rayedarekî qereqola ku lê eskerî kiriye dayê.