Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike 2020-12-23 12:02:39   EYN ÎSA – Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef têkildarî êrişên Tirkiyê û komên selefî yên li ser Eyn Îsayê de got: “Ji destê Tirkiyê were wê tenê ne axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike.”    Tirkiye û komên selefî yên di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyê (SMO) ku girêdayî Tirkiyê ye êrişên giran dibe ser bajarê Eyn Îsayê ya girêday Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tirkiye bi taybetî êrişan dibe ser gundên Mişêrfa, Cehbel, Mealiq û Sayda yên li derdora Eyn Îsayê ne û dixwaze bi vî awayî Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê bixe kontrola xwe û bigihîje rêya navnetewî ya M4.    Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) bersivê dide êrişên Tirkiyê û komên bi ser wê ve û li aliyê din jî bi Rûsya û rejîma Sûriyê re di nava temasên leşkerî de ye.    Rûsya di nava hesabê ku Eyn Îsayê dewrî rejîmê bike.    Di rojên dawî de trafîka hevdîtina li ser mijara Eyn Îsayê ya di navbera rayedarên Rûs û Tirk de zêde bûye û her çiqas ji bo rojekê agirbest li Eyn Îsayê hatibe ragihandin jî lê dîsa êrişên giran didomin.    Endamê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef armanca êrişên li ser Eyn Îsayê ji ajansa re nirxand.    ‘DI NAVA ÊRIŞKARAN DE DAIŞ’Î JÎ HENE’    Riyad El Xelef diyar kir ku wan bersvi daye hemû êrişên li ser Eyn Îsayê û li gorî agahiyên di destê wan de heta niha di şer de 35 windayên endamên komên çekdar hene û dido ji van endamên Hêzên Çekdar ên  Tirkiyê ne.    Xelef anî ziman ku di nava komên êrişî Eyn Îsa dikin de endamên DAIŞ’ê hene û wiha got: “Armanca van grûpan ew e ku bajêr bi tevahî desteser bikin. Hema bêje rojane 100 heb obus û hewanê diavêjin bajêr. Di van êrişan de yek jê zarok 2 kes hatin kuştin. Ev bûyer li gundê Cehbel qewimî. Ji ber êrişan hêj me cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistiye. Ev jî dijminatiya dagirkeriya Tirkiyê dide nîşandan. Tirkiye bi vê yekê re jî dixwaze erdnîgariya dixwaze dagir bike berfireh bike.”    RÛSYA Û REJÎM BÊDENG E    Xelef destnîşan kir ku armanca hebûna Rûsya ya li herêmê ew e ku pêşî li van êrişan bigire lê Rûsya vê rola xwe pêk nayne û Rûsya û hêzên rejîmê li dijî êrişên Tirkiyê xemsarî ango bêdengiya xwe didomînin. Tevî topên van grûpên çekdar li ber baregehên Rûsya dikevin jî lê dengê xwe dernaxin. Ev yek ji bo rejîma Sûriyê jî derbasdar e. Bi topan 3erişî xalên wan jî kirin. Di van êrişan de yek jê fermandar 3 leşkerên rejîmê birîndar bûn. Lê helwesta xwe nîşan nedan.”    Xelef anî ziman ku tevî hemû êrişan jî ew biryara agirbestê li ber çavan digirin û ew di ferqa berpirsiyara xwe de ne û lê Tirkiye biryara agirbestê binpê dike. Xelef da zanîn ku Tirkiye peymanên navdewletî tune dihesibîne û her roja ku diçe êrişên xwe zêde dikin.    ‘JI DESTÊ TIRKIYÊ WERE DÊ ERDNÎGARIYA EREB HEMÛ DAGIR BIKE’    Xelef destnîşan kir ku li ber çavê dinyayê hemû êrişî herêma wan tê kirin û got: “Li ber çavê her kesî êrişî ser me dikin. Lê deng ji kesî dernakeve. Halbûkî her kes êrişan dibîne. Di bin şerê li Sûriyê diqewime de xeyalên Osmantiyê hene. Ji destê Tirkiyê were wê tenê ne axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike.”    MA / Nazim Daştan