TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand 2020-12-23 16:48:43   MERSÎN - TJA’yê ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ji girtiyan re qert şand.   Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrsînê, ji girtiyên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ketine çalakiya greva birçîbûnê re qertên piştevaniyê şandin. Beriya ku qertan bişînin jin li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê kom bûn. Jinan, diyar kir ku heke daxwazên girtiyan pêk neyên dibe ku di demên pêş de rewşeke nebaş derkeve holê û ev tişt gotin: “Em ji çalakiya greva birçîbûnê ya berê dizanin ku çalakî vegerE rojiya mirinê û li girtîgehan mirin çêbûn. Di pêvajoya ku pandemî ewqas belav bûyî de rewşa girtiyan nebaş e. Hem ji aliyê paqijiyê ve hem jî ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkên hevalên girtî hene. Ev jî me dike nava fikaran. Divê demildest daxwazên girtiyan bi cih werin.”   Piştî axaftinê jin derbasî PTT'a Akdenîzê bûn û qertên piştevaniyê şandin girtîgehan.