ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-24 09:00:36 * Di sala 2020'an de li aliyekî operasyonên siyasî bê navber berdewam kir, siyasetmedarên kurd hatin girtin û ceza li wan hat birîn. Li aliye din, rêxistinên Kurdan û rêxistinên jinan kampanyayên siyaseta demokratîk pêş xistin û qad vala nehiştin. Destnedayîna wekîlên Kurd Leyla Guven û Musa Farisogullari rakirin. Ewil Musa Farisogullari girtin, piştre ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  birîn û girtin. Dîsa Tecrîda li zindanan demam kir û li dijî vê tecrîdê girtiyên siyasî li zindanan dest bi berxwedanê kir û çalakiya wan didome.  * Parêzerê Leyla Guven, Serdar Çelebî diyar kir ku miwekîla wan Guven bi biryarek sosret a hiqûqî hatiye girtin.    * Serhat Guzel û Vedat Bayram ku bêyî delîlek jî hebe ji ber kuştina du polîsan hatibûn girtin, piştî 5 sal û 2 mehan beraet kirin.    * Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku wê budçeya 2021'ê budçeya dawî ya îqtidarê be û welatiyan jî pêşbîniya xwe ya ji bo budçeyê anî ziman û gotin: "Ev budçe dê nikaribe barê 2021'ê hilgire."    * Rêvebirê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, ji bo qanûna ku rê li ber tayinkirina qeyûman a ji bo rêxistinên civaka sivîl û komeleyan anî ziman ku dê bi vê re ser binpêkirinên mafan bê girtin û got: "Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyeke be li dijî jiyana sivîl."    * Ajovanên dolmîşan ên Enqereyê anîn ziman ku ji ber tevdîrên û qedexeyên hatine danîn nikarin rêwiyan bsiwar bikin û ji bo alîkariya ku hezar TL bû jî gotin: "Gava îqtidar be hemû derfet û şert hene, lê gava gel be tiştek tune ye."    * Li Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê girtiyeke xwestiye bi rêya faksê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji Rojnameya Yenî Yaşamê re bişîne, lê belê îdareya girtîgehê bi hinceta "ji bo asayîş û ewleyiya saziyê xetere ye" faksa girtî neşandiye.   * Esnafên Agiriyê anîn ziman ku dê 500-750 TL'yê hikûmetê yê ji bo alîkariya kirê bi kêrî tiştekî neyê û gotin: "Ma em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?"    * Danişîna doza derbarê Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku di binçavan de bi îşkenceyêr e rûbirû mabû dê li Edliya Wanê were lidarxistin. (09.30)   * Danişîna  "Doza Parêzeran a KCK'ê" ku 45 parêzer jê tên darizandin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna Doza Sereke ya rojnameya Ozgur Gundemê dê li Edliya Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. Her wiha danişîna doza rojnamevan Can Dundar ê ji doza Ozgur Gundemê jî tê darizandin dê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza personelên cemaweriyê yên ji kuştina Hrant Dînk ê rojnamevanê ermen tên darizandin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna 4'emîn a doza Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a girtî dê li Edliya Wanê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna ewil a doza Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Amedê Şaxa Jimara 1'an ê berê Abbas Şahîn dê li Edliya Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê têkildarî mijarên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê birêve bibe. (11.00)   * Danişîna doza Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn dê li Edliya Stenbolê were lidarxistin. (11.15)   * Bi pêşengiya TJA'yê têkildarî yekîtiya netewî dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyaniya çapeniyê pêk were. (13.00)    * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê têkildarî lêferzkirina sîxûriyê û zextên li ser endamên xwe li avahiya HDP'a Stenbolê dê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)