Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin 2020-12-24 10:57:23   AMED – Pasaja Mehmethan a li navçeya Sûrê, tevlî hilweşandina ku 5 sal in di bin navê “cemawerîkirinê” de tê domandin hat kirin. Esnafên ku hat xwestin dikanên wan di pasajê de di nav 15 rojan de bên valakirin, bi bertek in.   Pasaja Mehmethan a li taxa Dabanoglû ya navçeya Sûrê ya Amedê, di sala 2017’an de li ser daxwaza xwediyên milk hat cemawerîkirin. Piştre ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve tevlî hilweşandina ku 5 sal in di bin navê “cemawerîkirinê” de tê domandin hat kirin û ji esnafên pasajê hat xwestin ku dikanên xwe di nav 15 rojan de vala bikin. Li pasajê 51 jê têje bi giştî 90 dikan hene. Pasaja ku biryara hilweşandina wê hatiye dayîn ji hostayên pîşesaziya hunera desta ku li ber qedandinê ye re malovaniyê dike. Pasaj ji aliyê esnafên Sûka Zêran û Çarşiya Şewitî ve weke depo tê bikaranîn. Ji ber vê yekê sîrkulasyoneke zêde li pasajê heye. Ji ber vê hilweşandinê esnafên pasajê bi bertek in.    ‘EM NAXWAZIN BÊN MEXDÛRKIRIN’   Ji esnafên pasajı Hasan Aygun, diyar kir ku bêyî ji kirêdaran re bê ragihandin hatiye firotin û piştre jî hatiye cemawerîkirin û wiha got: “Feyda hilweşandinê ji tu kesî re nîne. Wê malbatên esnafan mexdûr bibin û herkes bikeve zorê. Em daxwaz dikin ku dewlet me mexdûr neke.”   ‘KESÊN RANTÊ DIXWAZIN HILDIWEŞÎNIN’   Alî Riza Toptanci ku 30 sal in li pasajê esanfiyê dike jî destnîşan kir ku kesên rantê dixwazin hilweşandinê dikin û ev tişt got: “Lîstikek tê pêşandin. Di encama vê lîstikê de pasaj hat firotin û biryara cemawerkirina wê hat dayîn. Ji ber şertên zivistan û pandemiyê dema hilweşandinê şaş e. Divê hilweşandin bê rawestandin û salek bê taloqkirin.”   ‘HINCETA HILWEŞANDINÊ TUNEYE’   Esnafê bi navê Mesûr Azîzoglû ku li pasajê dermanxanetiyê dike jî got ku tu hinceteke hilweşandinê tuneye û ev tişt anîn ziman: “Derbarê hilweşandinê de me bi rayedaran re hevdîtin kir. Destpêkê ji me re gotin ku li ser daxwaza xwediyên milk îstîmlaq kirine. Piştre gotin ku ji ber ku Xana Borsayê restore bikin wê pasajê jî îstîmlaq bikin. Herî dawî jî gotin, pasaj ne saxlem e.”   ‘WÊ HUNER TUNE BIBE’    Şaban Şukruoglû ku 45 sal in hilberandina zilûkan dike jî bi lêv kir ku wê hilweşandina pasajê re hunera wan tune bibe û wiha got: “Wê hunera me ya desta ku me ji bavên xwe hîn kir dê derbasî zarokên me nebe û tune bibe. Bi hilweşandinê re dê gelek hostayên ku bi hunerê re mijûl dibin terka kar bikin. Heke evder bê hilweşandin ez ê jî dev ji kar berdim. Divê dewlet ji me re cihekî bibîne.”   DAXWAZA LÊKOLÎNA BIRYARA HILWEŞANDINÊ   Esnafê bi  navê Kasim Cînak ku tizbiyan çêdike jî rewşa ku pê re rû bi rû ne weke neheqî nirxand û got ku heke rant têde tunebe pasaj ne ya hilweşandinê ye. Goşkar Mahmût Donem jî da zanîn ku pasaj ji bo ranta mutehîtan tê hilweşandin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Bila vê biryara hilweşandinê lêkolîn bikin. Dewlet jî dikare vê avahiyê bi kar bîne. Lewre avahî gelek saxlem e. 7 erdhej çêbibin jî wê hilneweşe. Bila bên rapor bigirin.  Heke pasaj bê hilweşandin ez ê dev ji kar berdim û careke din dest bi kar nekim.”   MA / Cahît Ozbek