Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’ 2020-12-24 11:36:48 ENQERE – Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got, ‘tu meneya biryarê tuneye’.   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, têkildarî biryara berdanê ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Soylû, derbarê biryarê de ev gotin bi kar anîn: “Demîrtaş terorîst e. Bi kîjan sedemê dibe bila bibe biryara ku DMME’yê girtî ye biryareke vala ye û tu meneya biryarê tuneye.”   ERDOGAN JÎ PEYAMÊN PÊKNANÎNÊ DABÛ   Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî duh di komcivîna partiya xwe de derbarê biryarê de axivîbû û ev şîrove kiribû: “DMME nikare di şûna dadgehên me de biryar bide, tenê biryar li vir hatiye dayîn wê ji aliyê dadgehên me ve bê nirxandin.” û peyamên pêknanîna biryarê dabû.