Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin 2020-12-24 12:03:49 MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe û sendikaya berpirsyar HAK-Îş’ê li hev kir. Sendîkayê soza xwe ya ji sedî 25 negirt, ji sedî 5 îmze kir.   Di navbera şîrîka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rêve dibe Kent AŞ. û Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî û Hemû Şaredariyan (Hîzmet Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Heq (HAK-Îş) e de di rojên derbasbûyî de ji bo 2 salan Peymana Komkariyê (TÎS) hat îmzekirin.      Hûrgiliyên peymana ku agahiya karkeran jê nîne, piştî ku qeyûm Mahmût Demîrtaş û Serokê Şaxa Hîzmet Îş'ê yê Mêrdînê Eşref Cîhan îmze kirin ji karkeran re parve kirin. Berî ku TÎS were îmzekirin, di navbera karkeran û HAK-Îş’ê de li ser zemên ku werin kirin de hevdîtin çêbûn. Di hevdîtinan de ji bo sala ewil ji sedî 18 zem û dayîna mafên civakî, ji bo sala duyemîn jî ji sedî 25 zem û dayîna mafên civakî hatin rojevê. Lê sendîkayê peyman ji sedî 5 îmze kir.     Li gorî peymana hatiye îmzekirin, şîrîka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rêve dibe Kent AŞ. û Hîzmet Îş ji bo sala ewil ji sedî 5, ji bo sala duyemîn jî ji sedî 5 ku zem were kirin li hev kirin.   Piştî ku hûrgiliyên peymana ku hezar û 300 karkeran eleqedar dike derketin holê gelek karkeran bertek nîşan da. Zêdetirî sed karkeran ji bo ji sendîkayê îstîfa bikin daxwaznameyên xwe pêşkeş kirin.   ‘EM XAPANDIN’   Karkerên ku zema hatiye kirin qebûl nekirin diyar kirin ku sendîkayê bi tevgerîna reveberiya qeyûm re karker xapandin. Karkerên ji bo ewlehiyê nexwestin navê wan were eşkerekirin anîn ziman ku sendîkayê di serî de ji wan re soza heta ji sedî 25 zem daye û ev tişt gotin: “Bi sozdayînê em xapandin û mehkûmî ji sedî 5’ê kirin. Bi hişê me leyîstin. Sendîkayê em firotin û şaredariyê jî em xapandin.”   ‘EM HATIN FIROTIN’   Karkerên ku gotin “em hatin firotin” xwestin ku peyman bê vekişandin û zema hatiye kirin jî pêkenok dîtin. Karkeran da zanîn ku zema hatiye kirin gelek di bin rêjeya enflasyonê de ye û ev tişt anîn ziman: “Me li pariyekî nan hesliandin. Bi zema ku hatiye kirin re karker nikarin sîmîdekê jî bikirin. Henekên xwe bi karkeran dikin.”