Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan 2020-12-24 13:04:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya gelê Şengalê ku bi armanca piştevaniya Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 23’yan de dewam dike. Çalakvanan, diyar dikin ku heta daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.   Welatiyên Şengalê li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de bi armanca piştevaniya Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja 23’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.   WÊ ÇALAKÎ BERDEWAM BIKIN   Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.   ‘HETA DAWIYÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Endama Meclîsa Jinan a Dîgorê Reyhan Xidir ku tevlî çalakiyê bû ev tişt got, “ev 23 roj in çalakiya piştevaniya Asayişa Êzidxanê ji aliyê meclîs û saziyên Êzidxanê ve tê berdewamkirin. Lê mixabin heta niha ji bo daxwazên me bersivek nehatiye dayîn. Ji ber wê yekê weke dayik em ê heta dawiyê li hemberî planên qirêj ên li ser axa xwe li ber xwe bidin.”