Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin 2020-12-24 14:01:43   AMED – Danişîna yek jê rojnameger 3 kesên ku ji ber Kongreya KCD’ê di Gun TV ku bi KHK’ê hatibû girtin de zindî dabûn bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin, taloq bû.    Ji ber ku di 26’ê adara 2016’an de kongreya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di Gun TV bi KHK’ê hatibû girtin de zindî hatibû weşandin, bi angaşta “propagandaya rêxistinê” doz li Midurê berê yê Berpirsyar ê GUN TV’yê Bariş Bariştiran, Endamê Dîvana Hevserokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogdû û Mûstafa Çûkûr de doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna vê dozê li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.    Di danişîna ku Bariştiran, Aydogdû û Çûkûr tevlî danişînê nebûn de parêzerê Bariştiran Resûl Tamûr li danişînê amade bû. Bi hinceta ku heyeta dadgehê guherîbû, zabitên danişînên beriya niha careke din di danişînê de hatin xwendin. Dozger daxwaz kir ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya radestî wan bên kirin.     Parêzerê Bariştiran, Resûr Tamûr parastin kir û daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin. Heyeta Dadgehê, ji bo mutalaa bê amadekirin biryar da ku dosya radestî dozgeriyê bê kirin û danişînî taloqî 16’ê sibata 2021’an kir.