Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan 2020-12-24 14:36:37 STENBOL - Girtiyê nexweş ê ku ji stuyê xwe berjêr felc e û ji dilê xwe nexweş e Abdullah Tûran hat berdan. Girtiyê nexweş ê giran Abdullah Turan ê ji stûyê xwe berjêr felc e û ji dilê xwe nexweş e ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R a Hejmara 2'an girtî bû hat berdan.   Bavê Tûran, Mehmet Zahît Tûran diyar kir ku rayedarên girtîgehê lê geriyane berdana lawê wî jê re ragihandine û xwestine malbat biçe lawê xwe ji girtîgehê werbigire. Tûran got ew niha diçin ber girtîgehê.    Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê daxwaza parêzerê Tûran, Vedat Ece ya taloqkirina înfaza wî nirxand û Tûran berda.   Hat diyarkirin ku wê Tûran ji bo tedawîkirinê dê bi ambûlansê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê.