'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin' 2020-12-25 09:19:35   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî anîn ziman ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê rewa û daxwazên wan jî daxwazine mafdar in û gotin dê bi têkoşîna yên li derve jî rûpeleke nû li ber welêt vebe.    Girtiyên siyasî ji 27'ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirine. Çalakiya girtiyan di roja 29'an de ye. Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk û Nûnerê Kaldiraçê Hakan Dîlmeç diyarkirin ku xwedî li daxwazên grevên birçîbûnê derdikevin û ji bo piştgiriyê bang kirin.    KALDIRAÇ: ÇALAKIYA HEQIYÊ    Nûnerê Kovara Kaldiraçê Hakan Dîlmeç, anî ziman ku ji zû de ye li girtîgehan pirsgirêkên giran rû didin û mafên girtiyên nexweş tên binpêkirin. Dîlmeç got: "Lewma çalakiya li dijî tecrîdê û zextan hatiye destpêkirin, çalakiya 'heqiyê' ye. Raya giştî divê xwedî li vê çalakiyê derkeve."    TUMUKLU: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ REWA YE    Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu jî got: "Meseleya faşîzmê ya li welêt, di heman demê de meseleya çareserkirina pirsgirêka kurd an jî neçarserkirina wê ye, ku ev jî koda sereke ya krîza rejîmê ye. Tecrîda li ser Ocalan, di asasê xwe de ferzkirina neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Polîtîkayeke tepisandina têkoşîna zadî û wekheviyê ya gelê kurd e. Rabûna li ber vê polîtîkayê, tê wateya piştgiriya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Têkoşîna li dijî tecrîdê rewa ye. Li her derî divê piştgiriya wê bê kirin."    ‘BAR DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ'    Tumuklu, destnîşan kir ku tecrîdirina Ocalan tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd û got: "Heger dilê me û çareserkirina pirsgirêka kurd hebe, nexwe divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û ji bi têkoşîna gelê kurd bigihê asteke wekhev bar dikeve ser milê me hemûyan." Tumuklu, anî ziman ku dê bi saya piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê rûpeleke nû li ber Tirkiyeyê vebe.   ÇÛBÛK: EM Ê LI KUÇEYAN XWEDÎ LÊ DERKEVIN    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk jî got: "Faşîzma AKP-MHP'ê di şerê li dijî gelan de li hebûna xwe digere. Di vî warî de ewilî êrîşan dibe ser gelê kurd. Êrîşê dibe ser hêza rêxistinbûyî ya gelê kurd û nûnerên wan. Ji ber van êrîşan Tirkiye bê nefes maye. Lewma çalakiyên greva birçîbûnê li dijî vê faşîzmê banga têkoşînê ye. Îro ro tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li her derî belav bûye. Ji ber vê divê xwedî li banga têkoşînê ya girtiyan bê derketin. Em ê li kuçeyan bi têkoîna xwe xwedî li daxwazin girtiyan derkevin."    MA / Nacî Kaya - Berfîn Karaman