Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir 2020-12-25 12:46:38   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê Mesût Gezer yê ku ji wî re gotibû “qeleş, xwînrêj, endamê rêxistina terorê ye” kir.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû derbarê gotinên Midurê Polîsan ê Ûşakê Mesût Gezer de serî li Serdozgeriya Komarê ya Ûşakê da û giliyê midur kir. Gergerlîoglû, bi rêya parêzerê xwe Bişar Abdî Alinak xwest ku Gezer bi sûcên “Bandorê li darazê kirin, bêbextî, heqaret, peywîra xwe binpê kiriye, peywîra xwe nebaş bikar anîn” were cezakirin.   Parêzer Alinak, diyar kir ku têkîldarî îdîayên “lêgerîna tazî "Miduriyeta Polîsan a Ûşakê tu lêpirsînên îdarî nedane destpêkirin, serî li beyanên kesên ku tê îdiakirin mexdûrin nedaye û nûçeyên derbarê mijarê de lêkolîn nekiriye.